YPG`ê encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên 7 rojan eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê encamên êrîşên heftiya dawî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yê bi ser Rojava de bi daxuyaniyekê eşkere kir. YPG’ê diyar kir ku hêzên wan jî bersivê didine êrîşan.

Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Êriş bi piranî li ser navçeyên Şera, Şêrawa û Cindirêsê yên girêdayî Kantona Efrînê pêk tên û hêzên me jî di heman demê de bersiv didin çeteyan.  YPG’ê diyar kir di encama bersivdayîna hêzên wan de çeteyek hat kûştin lê hijmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal tine, dibe ku zêdetir çete hatibin kuştin û birîndar bûbûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ya li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê wiha ye;

Di dîroka 08.09.2017’an saet di navbera 22:00 û 23:00’an de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi obûsan êrişî herêma Minnixê, bi çekên doçka êrişî Gundê Merenaz û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Şera û herêma Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Şêrawa yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demê de bersiv dan êrişa çeteyan. Di encama pevçûna  çekên giran  de di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 09.09.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa û bi çekên doçka êrişî gundên Belûniyê, Eyn Deqnê, Merenaz û Minnixê yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demê de bersiv dan êrişa çeteyan. Di encama pevçûna  çekên giran de di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 10.09.2017’an saet 19:00’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û bi çekên doçka êrişî girên Baz, Barîn, Bahar û Baxtiyar yên girêdayî navçeya Cindirêsê, bi çekên doçka êrişî Gundê Basûfanê û Bircikê Silêman yên navçeya Şêrawa û Eyn Deqnê, Minnix û Merenazê yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Di heman demê de hêzên me bi gulleyên tangê bersiv dan êrişa çeteyan yên eniya Basûfanê, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 11.09.2017’an saet 21:00’an de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi obûsan êrişî gundên Belûniyê, Eyn Deqnê û Minnix û bi çekên doçka êrişî Gundê Merenazê yên girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demê de li eniya Cindirêsê bersiv dan êrişa çeteyan û di encam de çeteyek hat kûştin. Her weha di heman şevî de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser herêma Şera geriyan.

Di dîroka 12.09.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Gundê Merenazê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin. Herwiha di heman rojê de çeteyan bi treksekî ve li eniya Gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê hewl dan ku çeperên şer yên nû çêkin. Lê hêzên me di heman demê de bersiv da çeteyan û bi topên hawanê li Qela Semanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê dan. Encam nehat zelal kirin. Dîsa hêzên me bi gulleyan li wê treksa çeteyan xistin û treks dane sekinandin.

Di dîroka 13.09.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî gundên Basûfanê û Başemrê yên girêdayî navçeya Şêrawa, bi çekên BKC êrişî Girê Barîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demî de bi heman şêwazî bersiv dan çeteyan. Lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 14.09.2017’an saet di navbera 13:00 û 14:00’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî Girê Barîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê, Gundê Merenazê yê girêdayî navçeya Şera û bi topên hawanê êrişî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …