YPG‘ê derbarê êrîşî Artêşa Tirk a dagirker li ser xeta sînor agahî da

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG‘ê daxuya kirin ku Artêşa Tirk a dagirker li ser xeta sînor êrîşa çeperên hêzên wan kir, di encamê de şervanekî wan şehîd bû.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Yekîneyên Paratina Gel (YPG) derbarê mijarê de daxuyaniyeke li ser malpera xwe belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn;

“Îro danê nîvro artêşa Tirk a dagirker li ser xeta sînor li pêşberî gundê Kêl Hesenakê ya girêdayî Tirbespiyê xalekî hêzên me ku parastina sînor dikirin, hedef girtin. Di encama êrîşa artêşa dagirker da şervanekî me bi nasnav Hisên ji gundê Girdêm ya Çilaxa ye û ji pêkhateya Ereb e, ji serê xwe hat suîkast kirin û şehîd ket.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …