YPG`ê bersiva êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê da

EFRÎN – Şervanên YPG`ê ên Kantona Efrînê bersiva êrîşa çeteyên Tirkiye yên li gundê Kefer Xaşir dan.

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li gundên Kefer Xaşir, Ezaz û Kilcibirîn bi cih bûne, şevê din gundên Baflone, Elqemiyê, Merenaz, Keştear, Eyn Deqnê û Bêlonê yên navçeya Şera ya Kantona Efrînê topbaran kirin.

Şervanên YPG`ê jî bersiv da, lê derbarê encamê de tu agahiyên nehatin bedestxistin.

Roja pêncşemê jî ji ber topbarana Tirkî ya li ser bajarokê Dêr Cemal du ciwanên ji gundê Um Huş birîdar bûn.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …