YPG û YPJ`ê bersiva êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê da

EFRÎN/ŞEHBA – Di encama bersivdayîna hêzên YPG/YPJ`ê êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê, çeteyekî artêşa dagirker birîndar bû.

Nûçegihanên me ji herêmê raghandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji  bajarê Ezazê, gundê Merenaz ê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran, kirin. Her wiha li heman herêmê Fîlat Qadî jî bi çekên giran topbaran, kirin. Nûçegihanên me dane zanîn ku di encama topbarana çeteyan de, zerar gihîşt mal û milkên sivîlan.

Li aliyê keleha Seman jî, çeteyên artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Basfonê yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya herêma Efrînê, topbaran kirin.

Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên doçka û obîsan Girê Şehîd Barîn a herêma Cindirêsê topbaran, kirin. Şervanên YPJ û YPG`ê jî bersiv dan û kombûneke çeteyan li benda kontrolê ya çeteyan li bajaroka Etma ya parêzgeha Idlibê, kirin armanca xwe.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, di encama bersivdayîna YPG û YPJ`ê, çeteyek li benda kontrolê ya Etma birîndar bû.

Ji aliyekî din, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajaroka Mari, gundên Şêx Îsa, Herbel û Semoqa yên girêdayî kantona Şehbayê, topbaran kirin. Di encama topbaranê de, zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …