YPG: Li ser şopa şehîd Xebat hêzeke niştîmanî tê avakirin

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG′ê diyar kir ku şervanên azadiyê riya şehîd Fermandar Xebat Dêrik şopandin, Rojava-Bakurê Sûriyê parastin û hêzeke niştîmanî ava dikin.

Bi boneya 6′emîn salvegera şehadeta Fermandarê YPG′ê Xebat Dêrik daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

″Em şehîd Fermandar Xebat Dêrik bi bîr tînin û soza şopandina riya wî heta avakirina Sûriyeke azad û demokratîk, didin. Şehîd Xebat xwedî sekneke şoreşger bû, di çeperên herî pêş de li ber xwe daye û li gelek herêmên Kurdistanê bi lehengî şer birêve biriye.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, şehîd Xebat ji kesên destpêkê yên ku beşdarî nava refên şoreşê bûne û ji bo azadiya gelê Rojavayê Kurdistanê têkoşiya. Şehîd Xebat di şoreşa Rojava de cihê xwe di gelek çeperên berxwedanê de girtiye, her wiha ji bo rêxistinkirin û parastina çalakiyên ciwanan roleke pêşeng dilîst. Li aliyekî jî xebatên rêxistinkirina civakê û avakirina Meclîsên Gel û lidarxistina çalakiyan jî didan meşandin.

Dema ku pêwîstî hat dîtin ku artêşa şoreşa Rojava were avakirin, şehîd Xebat bi girûpeke hevalên xwe re xwe birêxistin kirin û dest bi xebatên leşkerî kirin. Di vê çarçoveyê de ciwan birêxistin kirin û saziyên leşkerî ava kirin. Vê yekê bingeha avakirina hêzeke niştîmanî li Bakurê Sûriyê ava kir.

Bi şehadeta Fermandar Xebat Dêrik re, şervanên YPG′ê bi hêz û moralekî mezin tev geriyan û di avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de roleke bingehîn lîstin. Şervanên me li ser şopa şehîd Xebat têkoşîna xwe domandin û di parastina Bakurê Sûriyê de roleke girîng lîstin. Şervanan li herêmên Şedadê, Hol, Minbic û Reqayê şerê terorê dikin. Niha jî hêzên me di Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê de serkeftinên mezin bi dest dixin. Her wiha li herêma Efrînê bersiva êrîşên dewleta Tirk didin.

Di salvegera 6′emîn a şehadeta Fermandar Xebat Dêrik de hêza ku wî ava kiriye derbasî qonaxa serketinê bûye û armanca wî ya avakirina hêzeke niştîmanî pêk tînin, da azadî û rûmeta gelên Bakurê Sûriyê û destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bêne parastin.

Banga me ji hemû ciwanên Rojava re heye ku xwedî li keda şehîdên xwer derkevin, beşdarî nava refên şoreşê bibin û tevlî nava YPG/YPJ′ê bibin û ala azadiyê bilind bikin.″

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …