YPG: Leşkerên Tirk sivîlan hedef digrin, 2 sivîl brîndar bûn

 Navenda Ragîhandinê ya YPGʹê pîlançoeya êrîşên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên 7 rojên derbasbûyî bi daxuyaniyekê eşkere kir. YPGʹê got ku Artêşa Tirk sivîlan hedef digre û destnîşan kir ku 2 sivîl bi çekên Artêşa Tirk birîndar bûne.

Navenda Ragîhandina YPGʹê bi daxuyaniye bîlançoya 7 rojan a êrîşên Artêşa tirk a li ser kantona Efrînê eşker kir û got ku dewleta Tirk sivîlan hedef digirin.

Daxuyaniya Navneda Ragîhandinê ku li ser malpera fermî ya YPGʹê hate weşandin wihaye:

ʺÊriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin yên li ser Rojava berdewam dikin. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser Efrînê zêdetir kirin. Her wiha di encama êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê de du sivîl birîndar bûn û malên gundiyan zerar dîtin. Tevgera hewayî ya artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê jî berdewam kirin.

Encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 7 rojên dawî wiha ne;

Di dîroka 09.07.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê û Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa û Girê Barîn kirin. Her wiha bi şev saet 23:00an de artêşa Tirk û çeteyên wê bi topên hawanê, gulleyên tangê û çekên doçka êrişî gundên Maranez û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Hêzên me di heman demê de bi obûsan bersiv dan êrişa çeteyan, lê di derbarê kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi balafirên keşfê yên bê mirov gundê Elqamiyê bombebaran kirin û bi çekên doçka jî êrişî Geliyê Zîn yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û Girê Barîn kirin.

Di dîroka 10.07.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî Girê Şehît Şîlan yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û bi çekên doçka û topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Dîsa di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov yê artêşa Tirk li ser gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Minnix û Maranezê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera geriyan û bi çekên doçka êrişî van herêman kirin. Her wiha hêzên me bi çekên doçka û BKC li çeteyên ku dixwestin li eniya Girê Barîn û Girê Baz çeperên nû çêkin dan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di dîroka 11.07.2017an de çeteyan bi topên hawanê û çekên doçka êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di heman demê de hêzên me bi topên hawanê bersiv dan êrişa çeteyan.

Di dîroka 12.07.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî gundê Basûfanê kirin. Her wiha hêzên me li Girê Şehît Şîlan yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê bersiv dan êrişa çeteyan û di encam de çeteyek hat kuştin.

Di dîroka 14.07.2017an saet 01:00 de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Girê Baz, Girê Barîn û Girê Îska yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê, gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Bi çekên doçka jî êrişî gundên Başemrê, Basûfanê û xeta di navbera Girê Îska û Girê Şehît Şîlan de kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan êrişa çeteyan. Dîsa leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî di saet 17:00an de bi topên obûsê êrişî Girê Qestel, Maranez, Eyn Deqnê, Vîla Qadî û Belûniyê kirin. Di heman rojê saet di 24:00an de balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêma ku dikeve navbera Qestel, Qitmê û Efrînê geriyan. Her wiha di heman rojê de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi katyûşa êrişî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin û bi topên hawanê êrişî Girê Îska yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin.

Di dîroka 15.07.2017an saet 14:00an de artêşa Tirk û çeteyên wî bi obûsan êrişî gundên Til Tewîl, Cûmkê, Stêr û Qitmê ku dikevin Bakûrê Efrînê kirin. Di encama êrişê de yek jê giran, bi giştî du sivîl birîndar bûn. Di heman rojê saet 16:00an de jî bi obûsan êrişî gundê Şêwarxa yê girêdayî navçeya Efrîn Şera û bi topên hawanê êrişî Girê Barîn yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Dîsa saet ji 15:00an û pê ve balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk li herêma Eyn Deqnê geriyan. Her wiha di heman rojê de hêzên me bersiv dan êrişa çeteyan û saet di 10:00an de bi çekên navîn li çeperên çeteyan yê ku dikevin eniya gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa xistin. Di encam de hêjmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.ʺ

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …