YPG: Dewleta Tirk hewl dide bi derewên qirêj binketinên xwe veşêre

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG′ê diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê Efrînê çekêln kîmawî bi kar tîne û da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze bi riya îdîa û derewên qirêj, binketinên xwe veşêre.

Navenda Ragihandina YPG′ê derbarê îdîaya dewleta Tirk a ″YPG′ê çekên kîmawî li Efrînê bi kar tîne″ de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

″Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên di bin parastina wî de, bi armanca veşartina binketina xwe ya li bakûrê Kantona Efrînê îddîa dikin ku hêzên me li hember wan çekên kîmyewî bikar anîne.

Di operasyona paqijkirina qada Şêxorzê de Artêşa dagirker derbên giran xwar û wan bixwe ev çek bikar anîn û qad topbaran kirin. Piştî dîtina bandora vê çekê hêzên me xwe kişandin bilindahiya gund û terorîstên di qadê de man bi xwe ji vê çekê bandor bûn. Em weke Yekîneyên Parastia Gel (YPG) dibêjin ku di parastina xak û gelê xwe de, ji derveyî xeta Parastina Rewa tu esasekî me nîne. Em bikaranîna van çekan, her li ku der û ji alî kê ve dibe bila bibe, şermezar dikin.

Em pêwîstî dibînin ku careke din diyar bikin ku Artêşa dagirker û terorîstên wê ne xwedî hêza ku li hember me şer bike. Ji ber vê yekê hewl didin ku binketina xwe bi van derewên qirêj veşêrin.″

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …