YPG: Dê bîranîn, jiyan û tekoşîna heval Delîl bibe armanca me

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG: Dê bîranîn, jiyan û tekoşîna heval Delîl bibe armanca me, em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî gelê xwe re dixwazin.

Navenda Ragihandina YPGʹê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd

Şoreşa Rojava, şoreşek ku mînakên wek wê di dîrokê de kêm hene ku ji bo parastina nirxên mirovahî bi ked û hêza xwe pêşketiye. Şoreşa Rojava, şoreşek ku di nava xwe de hebûnek demokratik, exlaqî û polîtîk digre. Şoreşa Rojava organizmayek ku ne tenê bi rêveberiya gelekî, heman demê de bi rêveberiya her kesê alîgirê demokrasi, şoreşgerî û azadiyê hatiye pêşxistin. Heman demê de bi raya giştî hemû daye pejirandin ku Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriye yê bi hevkariyek dîrokî ya gelên herêmê yên Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û enternasyonalîstan li hemberî dagirkerî û pêkhateyên derveyî mirovahiyê li ser axa pîroz bi biryarek mezin li berxwe dide.

Piştî berxwedana Kobanê ya ku bûyî mirasê mirovahiyê, şoreşgerên enternasyonalîst berê xwe dan Rojava û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku li mirovahiyê re bûne bela cihê xwe di çeperan de girtin. Yek ji şervanên enternasyonalîst jî Jake Klipsch ê bi nasnav Delîl Emerîka ku li Dewletên Yekgirtiyên Emerîka ji dayîk bûyî bû. Hevalê Delîl di serê 2016’an de hat Rojava û 2 meh bi hevalên din yên enternasyonalîst perwerdeya şer, ideolojik û teori ya li dijî DAÎŞ û çeteyên din dît. Hevalê Delîl piştî perwerdeya xwe bi dawî kir, cara yekem di pêngava Şedadê û piştre jî li Minbicê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Heta ku Minbic hat azadkirin, Hevalê Delîl hemû berpirsyariyên xwe bê kêmasî bicih anî. Herî dawî jî li navenda Raqa yê tevlî hemleya azadiyê bû.

Hevalê Delîl di jiyanê de ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin û mînak dihat dayîn, li gel  nêzîkatiyên xwe yên dilnizmî û fedekariyê bi kedkariya xwe dihat nasîn. Xwedî pratîkek ku ji perwerdeyê girtî bû. Kombûna van hemû taybetmendiyên Hevalê Delîl xwe di qada şer de jî nîşan dida. Hevalê Delîl dema ku çeka xwe paqij dikir bi qezayekê jiyana xwe ji dest da.

Her çend şahadeta Hevalê Delîl ya di encama qezayek bê şensî de em êşandibin  jî, dê tekoşîn û jiyana wî di şoreşê de rêberiyê ji bo me bike. Dê armanc û tekoşîna wî bibe armanca tekoşîna me. Ji bo dereng îlankirina şehadeta Hevalê Delîl em ji malbata wî û gelê xwe lêborîn dixwazin û dibêjin serê malbat û gelê me.

https://www.youtube.com/watch?v=QwZqooQHLvk

Nasnameya şehîd wiha ye:

SEHID-DELIL

Nasnav: Delîl Emerîka

Nav û Paşnav: Jake Klipsch

Navê Dayikê: Lillian

Navê Bav: Dana

Cihê Ji Dayikbûnê: Dewletên Yekbûyî yê Emerîka

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa / 5 Çile 2018ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …