YPG: Dagirkeriya Tirkiyê sivîlên Firatê û Cizîrê bi awayekî yekser hedef girtin

EFRÎN – Fermandariya Giştî ya YPG`ê ya Efrînê  diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker sivîlên  ku ji herêma Cizîrê û Firatê dihatin Efrînê bi awayekî yekser hedef girtin û di encamê de şehîd û birîndar sivîl hene.

Derbarê êrîşa artêşa Tirk a dagirker li ser sivîlên herêma Cizîrê û Firatê ku diçûn Efrînê Fermandariya YPG`ê ya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺHedefgirtina sivîlan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst  ve bi awayekî yeker dewam dike. Bi van êrîşan  hemû nirxên mirovahiyê têne binpêkirin.

Îşev ango 22 sibata 2018`an, dema welatiyên sivîl ku ji jinan û kal û pîran ji herêma Cizîrê û Kobanê pêk dihat, gihîştin Efrînê da ku êrîşên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst şermezar bikin, balafirên şer ên artêşa Tirk ew hedef girtin. Di heman demê de, artêşa dagirker û komên terorîst karwanê sivîlan topbaran kir. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Birîndar niha li nexweşxaneyên Efrînê têne dermankirin.

Bi heman wextê, artêşa Tirk a dagirker bajarê Efrînê topbaran dike, da ku tirsê di nava gel de çêbike û gel neçarî koçberiyê bike. Çend top li taxên Efrînê ketin û ev yek jî kîn û terora artêşa Tirk û tirsokiya wan diyar dike.ʺ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …