YPG: Artêşa Tirk a dagirker giraniya êrişên xwe da ser Efrîn û gundewarên wê

 YPG`ê got:”Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin yên li ser Rojava berdewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker giraniya êrişên xwe da ser Efrîn û gundewarên wê.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve yên bi ser Rojava de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hat weşand, bîlançoya 5 rojan derbarê êrîşên artêşa Tirk de hate eşkerekirin.

Li  gorî daxuyaniya YPG`ê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi ser ve yên bi ser Rojava de wiha ye:

Di 26.06.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi roketên B7 û çekên doçka êrişî Girê Qestelê û gundê Maranazê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera, Girê Şehîd Şîlan, Girê Barîn û Girê Baz yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û bi topên hawanê jî êrişî gundê Basûfanê yên navçeya Efrîn Şêrewa kirin.

Di 27.06.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî Haciza Hedamat, gundên Eyn Deqnê, Minix, Malikiyê, El Qamiyê û Maranez yên girêdayî navçeya Efrîn Şera û gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin.

Di 28.06.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrişî gundê Basûfanê û Bircikê Silêman yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa û Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin.

Di 29.06.2017`an de saet di navbera 11:00-12:00`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî gundê Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa û bi çekên doçka û BKC êrişî Maranazê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Her wiha di heman rojê de saet 18:00’an de bi topên hawanê êrişî gundê Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin.

Di dîroka 30.06.2017`an saet 04:00`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî gundê Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa û saet 06:00an de bi çekên doçka êrişî gundê Zuweyr û Geliyê Zîn yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Her wiha di heman rojê de artêşa Tirk bi guleyên tangê û topên hawanê êrişî Pira Heşarkê ya navçeya Efrîn Raco kirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN YPG

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …