YPG: 4 leşkerên artêşa Tirk û 10 çeteyên wê hatin kuştin

  Fermandariya YPG`ê ya kantona Efrînê diyar kir ku di şer ku duh heta niha di navbera hêzên wan û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû didin, 10 çeteyên dewleta Tirk û 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Fermandariya YPG`ê ya kantona Efrînê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrîn û Şehbayê daxuyaniyeke  nivîskî weşand

Daxuyaniya ku  li ser malpera YPG`ê hate weşandin wiha ye:

ʺArtêşa Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer êrişî Kantona Efrînê kir. Di êrişê de 108 xalên Kantona Efrînê ku di nav de hemû navçe û gelek gund jî cih digirin hedef hatin girtin. Di nav xalên hedef hatine girtin de li gel çeperên me, Kampa Rubar ya Koçberan, saziyên civaka sivîl, gelek mal û xaniyên niştecihên herêmê jî hene. Ango artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wî bê serûber Efrîn bombebaran dikin. Gelê me û şervanên me li hember êrişan berxwedaniyeke dîrokî nîşan didin û di cih de bersiva êrişên çeteyan didin.  Di êrişan de heya niha 3 jê rewşa giran bi giştî 13 sivîl birîndar bûn û 6 sivîl jî şehît ketin. Di nav şehîd û birîndaran de jin û zarok jî cih digirin. Hemû hewildanên dagirkirina axa Efrînê rastî bersiva tund a şervanan tên û heya niha ne artêşa Tirk dagirker û ne jî çeteyên girêdayî wî li ser erdê yek gav jî pêşde neçûne. Agahiyên ku rayedar û ragihandina alîgirê wî di çapemeniya xwe de parve dikin rastiyê îfade nakin.

Di 20ê mehê de (duh) artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer li navçeya Şera, li dijî 11 xalan êrîş pêk anî. Amadekariyên çeteyên artêşa dagirker yên li ser xeta Ezazê, ku dixwestin êrîşên bejahî pêk bînin, bi destwerdana hêzên me hatin vala derxistin. Herwiha li navçeya Raco û Bilbilê yên ku dikevin ser xeta sînor, li gel êrîşên bi obus û hawanan êrîşên hewayî pêk hatin. Di encam de ziyana maddî gihîşt welatiyên sivîl. Li ser bersivdana şervanên me li vê herêmê pevçûnên giran diqewimin. Herwiha li gelek xalên li derdora navenda bajarê Efrînê êrîşên hewayî pêk hatin û sivîl dîrekt hatin hedef girtin. Li herêma Şehba, çeteyên artêşa dagirker yên ku ji Cerablûsê bi armanca êrîşkirina Efrînê derbasî herêmê hatibûn kirin bi hawanan êrîşî çeperên Hêzên Şoreşger kirin. Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker ya li ser girê Bedirxan ya girêdayî herêma Cindirêsê 3 hevalên me şehîd ketin.

Di şeva navbera 20`ê mehê û 21`ê mehê de artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şera 8 gund û bejahiya wê bi obus, hawan û tankan hedef girt. Li navçeya Cindirêsê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî 10 xalan bi 90 gulayên obus hedef girtin. Herwiha çeteyên artêşa dagirker jî li heman herêmê bi balafirên bê mirov Girê Başûr hedef girtin. Herwiha li navçeyên Şêrawa, Şiyê, Raco û Bilbilê topbarana artêşa dagirker bi tank, obus û hawanan heya sibehê bênavber berdewam kir. Di encam de li herêma pira Heşarkê 3 hevalên me şehîd ketin. Li Şehba jî artêşa dagirker û çeteyên xwe herêma Til Rifat bi obusan hedef girtin. Hêzên me weke bersiv yekser baregehên leşkerî yên artêşa dagirker ku li Kil Cibrin e bi çekên giran hedef girtin û rûxandin.

Di 21ê mehê di saet 08:00an de di navbera hêzên me û yekîneyên artêşa dagirker yên ku dixwestin li herêma Bilbilê sînor îhlal bikin pevçûn derket. Di encam de yekîneyên artêşa dagirker neçar man ku paş de birevin. Herwiha hewldana artêşa dagirker ya derbaskirina sînor li navçeya Şera rastî bersiva hêzên me hat û di encam de leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wî paş de kişiyan. Di encama pevçûnan de li navçeya Bilbilê 1, li Şera 2 tankên artêşa dagirker hatin îmha kirin.

Di encama şer û pevçûnan de li deverên cûda bi qasî ku hate zelalkirin 10 çeteyên dewleta dagirker hatin kuştin û 20 çete brîndar bûn. Herwiha di şer û pevçûnên li navçeya Bilbilê de 4 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û gelek brîndar bûn.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …