YPG: 17 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin, tangek hate rûxandin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenad Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku 17 leşkerên Tirk û çeteyên wê li Efrînê hatin kuştin û tangeke hate rûxandin û du tang jî hatin derbkirin.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrîn û herêma Cizîrê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺHewldanên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wê de tevdigerin ên dagirkirina xaka Efrîn û Bakûrê Suriyê berdewam dike. Şervanên me bi qehremantiyeke dîrokî û şoreşgerî li hember êrişan disekinin û parastina xaka xwe dikin. Di encama şer û pevçûnên ku herdu rojên dawî hatin jiyankirin de tangek, pîkapek û traktorekî artêşa Tirk û çeteyên wî hatin rûxandin, 2 tang û BMByek hatin derbkirin, 17 leşkerên Tirk û çeteyên wî hatin kûştin û çeteyek jî birîndar bû. Di van şer û pevçûnan de bi giştî 5 şervanên me bi qehremantî li ber xwe dan û gihiştin asta şehadetê.

Di dîroka 21.01.2018`an de li eniya Cindirêsê ya giredayî Kantona Efrînê artêşa Tirk û çeteyên giredayî wî piştî bombebaraneke dijwar a bi tang, obûs û çêkên doçka xwestin ku derbasî gundê Hemamê bibin. Hêzên me di cih de mudaxele kirin û şer derket. Di encam de hêzên dagirker neçar man ku paş de birevin. Ji aliyê din ve balafirên şer yên artêşa Tirk Girê Îska, Çelemê, Til Silorê, Hemamê, Şêxsatuf û 8 girên girêdayî navçeya Cindirêsê bombebaran kir. Di heman rojî de artêşa Tirk bi balafirên şer êrişî Baflon, Cilbir û Kampa Rûbar ya Koçberan yên girêdayî eniya Şera ya Kantona Efrînê kir. Dîsa bi nêzî 200 obûs û 150 gulleyên tangê êrişî Dîkmedaşi Girê Baflon û Girê Qestelê kir. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrişa artêşa Tirk û tangek hat rûxandin û tangek jî hat derbkirin. Her weha hêzên me çeperên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên Marîn bi topên hawanê û yên Kil Cibrîn û eniya Dîkmedaşê jî bi topên obûsê hedef girtin. Lê di derbarê kûştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di encama lêdana balafirên şer de li Dîkmedaşê şervanekî me bi qehremantiyeke dîrokî li ber xwe da û gihişt asta şehadete. Dîsa di heman rojî de balafirên şer yên artêşa Tirk tevî balafirên keşfê yên bê mirov Gundê Baliya, Edama, Gundê Topala, Şêxorzê Bilbilê, Kurdo Baliya û çeperên şervanên me yên li eniya Raco û Bilbilê bombebaran kirin. Hêzên me di cih de bersiv da êrişên çeteyan û 3 çeperên wan hedef hatin girtin. Di encam de 10 leşker û çeteyên Tirk hatin kûştin û hêjmareke ne diyar jî birîndar bûn. Her weha li vir jî tang û BMByek hat derbkirin. Li eniya Şingilê jî hêzên me li çeteyan dan û di encam de çeteyek artêşa Tirk hat kûştin û 2 jî birîndar bûn.

Di dîroka 22.01.2018`an de leşkerên Tirk û çeteyên wan bi tang û obûsan êrişî Girê Baliya kirin. Di heman rojî saet 03:00an de şervanên me bersiv dan çeteyên ku ji eniya Ezazê ve bi topan êriş dikin û çûn ser çeperên çeteyan. Di encama bersivdayînê de şervan li Haciza Marîn, çeperên li eniya Eyn Deqnê û Kefer Xaşer çûn ser terme 6 çeteyan. Lê hejmara kûştî û birîndarên çeteyan zêdetirin. Agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Her weha di heman rojî de çeteyên artêşa Tirk bi balafirên şer, topên hawanê û obûsan êrişî Girê Baz, Girê Deştî, Girê Delal, Girê Devrîm, Girê Demhat, Girê Dihok û Girê Hejîra yên eniya Cindirêsê kirin. Dîsa leşkerên Tirk û çeteyên wî bi balafirên şer êrişî Girê Qestelê kirin û ji bejayî ve êrişê gir kirin. Hêzên me ji gir vekişiyan û piştre li hember gir operayoneke şoreşgerî pêk anîn derbeyên giran li çeteyan xistin. Li vir pîkapek û traktorekî dijmin hat rûxandin û gelek kûştî û birîndarên çeteyên Tirk çêbûn. Lê hêjmara kûştî û birîndaran nehat zelalkirin. Gir bi temamî di bin kontrola şervanên me de ye. Di vê operasyona şoreşgerî de şervanekî me bi rûhê şoreşgerî heya dawî li ber xwe da û gihişt asta şehadetê. Ji aliyê din ve çeteyên Tirk bi balafirên şer, obûs û topên hawanê êrişên xwe yên li ser Girê Baflonê, Girê Dîkmedaşê û Girê Destan bê navber berdewam kirin. Li eniya Şêrawa jî bi çeken BKC êrişê Gundê Basûfanê kirin. Hêzên me di cih de bersiv da êrişan.

Şer û pevçûnên eniya Şiyê, Raco û Bilbilê jî heya derengiya şevê bi hemû dijwariya xwe berdewam kirin. Li eniya Bilbilê leşkerên Tirk û çeteyên xwe êrişî Girê Qurnê kirin û hêzên me ji gir vekişiyan. Piştre li ser gir operasyoneke şoreşgerî hat pêk anîn û gir niha di bin kontrola şervanên me de ye. Li Girê Topal û Ademo jî di encama bersivdayîna şervanên me de windahiyên çeteyan çêbûn, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Li eniya Şiyê jî leşkerên Tirk û çeteyên xwe bi tangan û ji bejahiyê ve êrişî Îzaayê Gundê Xelîl kirin. Li vî girê şer û pevçûnên dijwar berdewam dikin. Her weha balafirên artêşa Tirk saet 04:00an de êrişî Girê Reco kirin.

Ji aliye din ve artêşa Tirk êrişên xwe yên li ser Kantona Cizîrê jî zede kirin. Îro saet 13:30`an de artêşa Tirk ya dagirker bi tang, obûs û hawanan êrişî bajarokê Serêkaniyê û Gundê Til Erqam, Embara Genim ya Til Xelef û Gundê Eloka Rojava yên girêdayî navçeya Serêkaniyê kirin. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrişên leşkerên Tirk û şer derket. Di şer de 3 şervanên me bi qehremanî li ber xwe dan û gihiştin asta şehadetê, 3 sîvîl jî birîndar bûn. Artêşa dagirker heman rojê di saet 17:00an de bi tang û çeken navîn êrîşî Gundê Kemaliyê, Gundê Hemdoniyê û Gundê Terwasiyê yên navçeya Amûdê yên Kantona Cizîrê kirin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …