YPG′ê nasnameyên şehîdên Dêrazorê û Reqayê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG′ê nasnameyên du cangoriyên azadiyê eşkere kir û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Navenda Ragihandina YPG′ê nasnameyên du şervanên xwe yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê û xebatên paqijkirina bajarê Tebqayê de şehîd bûne, eşkere kir.

Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrezorê bênavber didome. Operasyonên hêzên QSD, YPG û YPJ li ser çeteyên DAIŞ’ê rojane tê lidarxistin û bi pêşveçûnên şervanan li bejahiya Dêrezorê de çeteyên DAIŞ’ê jî her ku diçin li herêmê tengav dibin. Her wiha li Reqayê operasyonên paqijkirina bermahiyên çeteyan didome. Piştî rizgarkirina Reqayê gelek bermahiyên çeteyan ji aliyê şervanan ve hatine paqijkirin û herêm roj bi roj ji bo ewlehiya welatiyan tê amade kirin.

Li ser vê bingehê rêhevalekî me li Dêrezorê di operasyona li dijî çeteyan de hatibû lidarxistin de û rêhevalekî me jî operasyona paqijkirina bermahiyên çeteyan yê Reqayê de gihîştine asta şehadetê.

Em weke YPG û YPJ şehîdên me yên Dêrezor û Reqayê bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

KAWA TIL XEZAL

Nasnav: Kawa Til Xezal

Nav û Paşnav: Kawa Omer

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Sibat 2018

YASIR EFNIS

Nav û Paşnav: Yasir El Efnîs

Navê Dayikê: Sebha

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 28 Çile 2018

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …