YPG′ê li Efrîn foca leşkerî ya 7’emîn ragihand

EFRÎN – piştî ku 250 ciwanên Kantona Efrînê perwerdeya bîrdozî û leşkerî bi dawî kirin, YPG′ê foca leşkerî ya 7′emîn ragihand.EFRIN-MEBATA-QEPANESA-DEWRAYA-FOJE-YPG (2)

Yekîneyên Parastinê (YPG) ya Efrînê bi merasîmekê foca leşkerî ya 7’emîn bi navê ″Şehîd Jiyan″ ragihand.

Qada merasîmê bi wêneyên têkoşeran û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha alên YPG`ê û YPJ`ê hatibû xemilandin. Bi dehan fermandar û şervanên YPG`ê û YPJ`ê tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir. Paşê Endamê Fermandariya YPG′ê Husên Gabar  axivî û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya li herêma Efrînê pîroz kir û got ku şervanên YPG/YPJ’ê bersiva hemû êrîşên li ser herêmê pêk tên dikin.

Husên Kabar her wiha serkeftinên şervanên QSD`ê li Reqa û Dêrazorê bibîr xist û serkeftin li tevahiya gelê heêrmê pîroz kir.

Di dawiya axaftina xwe de Fermandarê YPG′ê Husên Gabar soza parastina xaka Bakurê Sûriyê da û got ku şervanên wan dê dawiya DAIŞ’ê bîn in û herêmê bi tevahî ji çeteyan paqij bikin.EFRIN-MEBATA-QEPANESA-DEWRAYA-FOJE-YPG (4)

Di berdewama merasîmê de şervanan sûnd xwarin. Di dawiya merasîmê de şervanan ku bê navber diruşme beriz dikirin, xelekên govendê gerandin û şahî lidarxistin.

Şervanên focê 7`emîn, di nava dewreya ku 45 rojan dom kiriye de waneyên bîrdozî li ser rêgeza Netewa Demokratîk, dîroka Kurdistanê û Rojava, her wiha waneyên leşkerî li ser çawaniya bikaranîna çekan û hunerên şer, dîtin.

Şehîd Jiyan a ku dewere li ser navê wê hate vekirin, di demên dawî de li gundê Elqemiyê ya kantona Şahba di bersivdayîna êrîşa çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …