YPG′ê hewldana derbasbûna artêşa dagirker têk bir

EFRÎN – Şervanên YPG/YPJ′ê bersiva topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê didin û hewldanan artêşa dagirker a derbasbûna herêmê têk birin.

Şevê di navbera saetên 19.00-21.00′ê şevê de girên Dilsoz û Dilşad ên herêma Cindirêsê ji aliyê çeteyên Tirk ve bi çekên BKC hatin hedefgirtin. Her wiha çeteyan girên Bextiyar û Banî ên li heman  herêmê jî bi doçka, hawan û ubîsan hedef girtin. Şervanan Yekîneyên Parastinê bi çekên giran bersiva êrîşên çeteyan dan.

Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Kela Semanê bi cih dibin, gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa hedef girtin.

Her wiha artêşa Tirk û çeteyên wê yên li gundewarên bakurê Helebê bi cih dibin jî, gundên ″Baflûn, Dîkmadaş, Vîlat El-Qadî, Merenaz, Beylûniye″ yên girêdayî navçeya Şera bi hawan û ubîsan hedef girtin, di encamê de ziyan gihîşt mal û milkên welatiyan.

Di navbera saetên 22.00-01.00′ê balafirên keşfê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Bilbilê geriyan. Saet di 19.00′an de jî erebeyeke zirxî ya Tirk hewl da derbasî gundê Baliya ya navçeyê bibe. Şevanên Yekîneyên Parastinê erebe hedef girtin û neçar kirin ku paşve vekişe.

Nêzî saet 01.00′ê de jî artêşa Tirk a dagirker bi hawanan gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê hedef girtin.

Li Kantona Şahbayê jî Hêzên Şoreşger derbeyên bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser malên sivîlan dan. Di encamê de 4 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin û 5 çete birîndar bûn.

Îro ji saetên sibehê ve jî balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê Kantonên Şahbayê û Efrînê digerin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên ″Beylûniyê, Malikiyê, Vîlat El-Qadî û Berede″ yên navçeya Şera hedef girtin. Di encamê de du welatiyên sivîl birîndar bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …