YPG′ê hewldana çeteyan a gihandina bilindiya çiyayê Gir têk birin

EFRÎN – Çeteyên Tirkiyê hewl dan xwe bigihînin bilindiya çiyayê Gir ê navçeya Bilbilê û êrîşî noqteyên şervanên YPG/YPJ′ê kirin.

Çavkaniyên  ji herêmê ragihandin  ku çeteyên Tirkiyê hewl dan xwe bigihînin bilindiya çiyayê Gir ê dikeve navçeya Bilbilê ya herêma Raco ya Kantona Efrînê. Li gel vê yekê çeteyan noqteyên şervanên YPG/YPJ′ê gulebaran û topbaran kirin.  

Şervanan bersiva êrîşê dan û li herêmê şer derket. Di encamê de êrîş hat şikandin û hewldana çeteyan têk çû. Çete ji herêmê vekişiyan û derbarê encama şer tu agahî nehatin bidestxistin.

Niha li herêmê bêdengiyek heye.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …