YPGʹê û hêzên Şoreşger bersiva êrîşên Tirkiyê dan

ŞEHBA-EFRÎN- Şervanên YPJ/YPG`ê û hêzên Şoreşger êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li ser herêmên Şehba û kantona Efrînê pêk tên bersivandin.SEHBA-TOPBAEANA-CETE-TIRK ‫(1)‬

Nûçegîhana me ya herêma Şehba agahî da ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Kilcebrîn û Marei nuqteyên şervanên Artêşa Şoreşger  (Ceyîş El-Siwar) û Hêzên Şoreşger ên gundên Til Çîçan, Til Midîq, Qol Sirûc, Semûqe, Herbil û Şêx Îsa  bi çeka doçka gulebaran kirin.

Di berdewamiya agahiyên nûçegîhana me de hat gotin ku Artêşa Şoşreşger û Hêzên Şoreşger bersiva da êrîşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û şer qewimî.SEHBA-TOPBAEANA-CETE-TIRK ‫(143393281)‬ ‫‬

Di encama şer de ziyanên mezin gihîştin Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Li Kantona Efrînê jî nûçegîhanê me agahî dan ku çeteyên dagirkeriya Tirk du bi şev di navbera saet 20:00-23:00 gundê Basûfan û Başimre yên girêdayî navçeya Şêrawa topbaran kirin û bi çeka BKC`ê gulebaran kirin. Şervanên YPJ/YPG`ê jî bersiva êrîşê dan.

Ji aliyekî din ve çeteyan nuqteyên şervanên YPJ/YPG`ê yên li girê Barîn ê girêdayî navçeya Cindirêsê bi çeka doçka gulebaran kirin û gundê Mereinaz ê girêdayî navçeya Şera jî di saetên sibehê de topbaran kirin.

Di encama tobparankirina çeteyên Tirkiyê ya gundê Mereinaz mal û mulkên sivîlan ziyanên dîtin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …