EFRÎN – piştî ku 250 ciwanên Kantona Efrînê perwerdeya bîrdozî û leşkerî bi dawî kirin, YPG′ê foca leşkerî ya 7′emîn ragihand.
Yekîneyên Parastinê (YPG) ya Efrînê bi merasîmekê foca leşkerî ya 7’emîn bi navê ″Şehîd Jiyan″ ragihand.
Qada merasîmê bi wêneyên têkoşeran û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha alên YPG`ê û YPJ`ê hatibû xemilandin. Bi dehan fermandar û şervanên YPG`ê û YPJ`ê tevlî merasîmê bûn.
Merasîm bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir. Paşê Endamê Fermandariya YPG′ê Husên Gabar axivî û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya li herêma Efrînê pîroz kir û got ku şervanên YPG/YPJ’ê bersiva hemû êrîşên li ser herêmê pêk tên dikin.
Husên Kabar her wiha serkeftinên şervanên QSD`ê li Reqa û Dêrazorê bibîr xist û serkeftin li tevahiya gelê heêrmê pîroz kir.
Di dawiya axaftina xwe de Fermandarê YPG′ê Husên Gabar soza parastina xaka Bakurê Sûriyê da û got ku şervanên wan dê dawiya DAIŞ’ê bîn in û herêmê bi tevahî ji çeteyan paqij bikin.
Di berdewama merasîmê de şervanan sûnd xwarin. Di dawiya merasîmê de şervanan ku bê navber diruşme beriz dikirin, xelekên govendê gerandin û şahî lidarxistin.
Şervanên focê 7`emîn, di nava dewreya ku 45 rojan dom kiriye de waneyên bîrdozî li ser rêgeza Netewa Demokratîk, dîroka Kurdistanê û Rojava, her wiha waneyên leşkerî li ser çawaniya bikaranîna çekan û hunerên şer, dîtin.
Şehîd Jiyan a ku dewere li ser navê wê hate vekirin, di demên dawî de li gundê Elqemiyê ya kantona Şahba di bersivdayîna êrîşa çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.