EFRÎN – Çeteyên Tirkiyê hewl dan xwe bigihînin bilindiya çiyayê Gir ê navçeya Bilbilê û êrîşî noqteyên şervanên YPG/YPJ′ê kirin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku çeteyên Tirkiyê hewl dan xwe bigihînin bilindiya çiyayê Gir ê dikeve navçeya Bilbilê ya herêma Raco ya Kantona Efrînê. Li gel vê yekê çeteyan noqteyên şervanên YPG/YPJ′ê gulebaran û topbaran kirin.
Şervanan bersiva êrîşê dan û li herêmê şer derket. Di encamê de êrîş hat şikandin û hewldana çeteyan têk çû. Çete ji herêmê vekişiyan û derbarê encama şer tu agahî nehatin bidestxistin.
Niha li herêmê bêdengiyek heye.