YPGʹê wiha bersiva topbarana Artêşa Tirk dide – Dîmen

EFRÎN – Şervanên YPJ/YPG`ê topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Îska yê navçeya Şêrawa ya girêdayî Herêma Efrînê dibersivnin.

Artêşa Tirk û çeteyên gundê Îska yê navçeya Şêrawa yê girêdayî Herêma Efrînê topbaran kir, topbaran giha gundên Mêrenaz, Vêlat EL-Qadî û Nuqteya EL-Berad ên girêdayî navçeya Şera û her wiha gundê Minix, Eyn Deqnê û Belûniyê yên kantona Şehbayê

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Îska ji Keleha Semanê topbaran dikin, topbaran heyanî saetên derngî şev berdewam kir û zerar giha mal û milkên şêniyên gund.

YPJ/YPG`ê bersiva topbaranê dan.

Di dîmenan de tê diyar kirin ku çawa şervan bersiva Artêşa Tirk û çeteyên wê didin.

Îro jî ji saetên sibê li herêmên dihatin topbarankirin bê dengî heye.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …