NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGʹê nasnameya 4 cangoriyên ku Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, eşkere kir û soza şopandina riya wan dubare kir.
Navenda Ragihandinê bi daxuyaniyekê nasnameyên têkoşeran ragihand û sersaxî ji malbatên wan xwest.
ʺPêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina herêma Dêrezorê didome. Li herêmê ruxmê şer û pevçûnên dijwar jî şervanên QSDê pêşdeçûna xwe didomînin. Di 19ê mehê de li vir, di encama şer û pevçûnan de hevalekî me gihîşte şehadetê.
Dîsa di nav kar û xebatên paqijkirina mayinan de li Reqa hevalekî me şehîd ket. Hevalê me Egîd Qehreman ê ku demek bû bi nexweşiyeke giran ve têdikoşiya, gihîşt şehadetê. Li Kantona Efrînê di encama topbarana artêşa dagirker a Tirk de hevalê me Bîrhat şehîd ket.
Em weke YPG /YPJʹê di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza girêdana bi rêya şehîdan re dubare dikin.
Nasnameyên şehîdan wiha ye:
Nasnav: Demhat Hesekê
Navê Rast: Mihened El Tame
Navê Dayîkê: Surye
Navê Bav: Keud
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19 Berfanbar 2017- Dêrezor
Nasnav: Mehmûd Reqa
Navê Rast: Mehmûd EL Ehmed
Navê Dayîkê: Mehdiyê
Navê Bav: Hiseyn
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqa
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10 Berfanbar 2017 – Reqa
Nasnav: Egîd Qehreman
Navê Rast: Mezin Şeşa
Navê Dayîkê: Hisne
Navê Bav: Mihemed Elî
Cihê ji Dayîkbûnê: Heleb
Cîh û Dîroka Şehadetê: 18 Berfanbar 2017 – Efrîn
Nasnav: Bîrhat Çîlo
Navê Rast: Mistefa Hemo
Navê Dayîkê: Sazye
Navê Bav: Hisên
Cîh û Dîroka Şehadetê: 14 Berfanbar 2017 – Efrîn