Yekîneyên Antî Terorê (Y.A.T.) pêşiya êrîşeke terorî girt

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di dîroka 4’ê Cotmehê di navbera saeta 07:00-08:00’an de li bajarê Hesekê ji aliyê kesên nenas ve mayinek di bin seyareyeke girêdayî hêzên me hatiye bicîhkirin.

Piştî ku yekîneyên me cihê mayinê keşif kirin, koma pisporiya teqemeniyan xwe gihandiye cihê bûyerê û mayîn bêbandor kiriye. Ti windahiyek maddî û manewî nehatiye jiyankirin.

Piştî bêbandorkirina mayînê bi armanca girtina kesên mayîn bicîh kiriye, operasyona lêgerînê hat destpêkirin.

Tevî mayîna ku hat bêbandorkirin 3 kg maddeyên teqemeniyê, alavên teqemeniyê û telefonek hat desteserkirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG 

5’ê Cotmehê 2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …