Yekbûna Gelan, Temînata Pêşerojeke Azade

Ji gelê me û raya giştî re!

Di roja 15 Tebaxa sala 2016’an de dîmenên serkeftin û rizgarkirina bajarê Minbicê bi dilşadiya gel û jinan re tacîdar bû. Pergala netewa demokratîk a ku tê wateya cejna gelan, bi bedel, ked û tekoşîneke bê hempa ve hate avakirin. Ji ber wê em di serî de şehîdên pêngava Minbicê yên ku bi bîr û baweriyeke mezin nûneriya nirxên exlaqî û polîtîk kirin û xaka gelên herêmê ji destê dagirkeran rizgarkirin, bi rêzdarî bibîrtînin û soza parastina nirxên şoreşê yên ku wan afrandiye nû dikin.

Pêşengiya jinê ya ku ji şoreşa Rojava berbi Minbicê ve dirêj dibe di qadên ku li bakur-rojhilatê Sûriyê hatine rizgarkirin zanistiya rêxistinbûn û azadiya gelan pêşxist. Bi vê zanebûn û rêxistinbûnê pêngava Minbicê, bû weke yekemîn deriyê şoreşa gelên Rojhilata navîn. Gelê Minbicê, şervanên ku li wir têkoşiyan, li hemberî DAİŞ’ê serî hildan û bi rihê berxwedanê kolan bi kolan bajar rizgar kirin, bi dilgermiyeke mezin pêşwazî kirin. Weke bersiva ji çeteyên DAİŞ’ê yên ku di cîhana mirovahiyê de împaratoriya tirsê avakiriye, gelê Minbicê ew tarîtiya ku li ser hatiye ferz kirin çirand û weke pênaseya azadiyê kêfxweşiya xwe ya serkeftinê nîşan da. Çawa ku çeteyên DAİŞ’ê bûn sembola hovîtiya herî mezin, rizgariya ku li Minbicê jî di şexsê jinan de pêşketiye bû navê henaseya azadiya gelan. Ruhê yekîtiya ku vê serkeftinê bi xwe re anî di şexsê gelê herêmê de veguheriya zafera azadiyê.

Gelê Minbicê yê ku xilasiya xwe îlan kir, piştî ku pergala xwe di çarçoveya netewa demokratîk de avakir û derbasî jiyanê kir, bi baweriya ku ji bo gelan pergala herî rast ev pergale, parastina xwe ya rewa bi rengek xurt pêk anîn. Bi rizgarkirina Minbicê re, pêngava artêşbûna ku bi pêşengiya jinê pêşketiye û mezin bûye giha asteke diyarker û bi sedan jin û ciwanên Ereb ji bo parastina xaka welatê xwe beşdarî nava refên QSD û YPJ’ê bûn. Bi avakirina meclîsa leşkerî ya Minbicê re jî artêşbûneke piralî ya ku ji hêza xwe ya cewherî bawer dike, pêkhat. Êdî ev ciwanên Minbicê bi hêza xwe ya cewherî, welatê xwe li hemberî her awayî êrîşan diparêze.

Îro careke din herêma me bi provakasyon û komployan re rû bi rûye. Çi rejîma Baas a ji hev ketiye, çi jî dewleta Tirk a dagirker ji bo vala derxistina projeya netewa demokratîk û belavkirina hêza QSD’ê ya ku ji ciwanên herêmê pêktê, her rêbazê bikar tîne. Ji ber wê îro ji herdemê zêdetir hişyarbûn, zanebûn û hevgirtina gelên herêmê pêwîste. Herî zêde jî gelê Ereb ji destê van hêzên provakatîf zilm û zoriyeke mezin dîtiye. Ji ber wê ji bo vala derxistina van leyîstokên qirêj hevgirtin û yekbûneke xurt lazime. Ev yekbûn wê bibe temînata pêşerojeke azad û aram.

Hovîtiya çeteyan û şideta ku îro pergala netew-dewlet di asta lûtkeyê de li dijî jinê dimeşîne bi heman hişmendiyê tê meşandin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker û qirker, hêzên hegemonîk ên avakerên vê pergalê, êrîşê nirxên jinê dikin. Armanca van êrîşan di heman demê de di şexsê şoreşa jinê de destkeftiyên şoreşa gelan hedef girtine. Lê biryardariya jinan a di azadiyê de û yekbûna gelan di warê ruhî, bawerî û dîrokî de zindîbûna xwe her wê biparêze.

Îro xeteriya DAİŞ’ê li dijî xelkê herêmê hê jî didome. Ji bo hemû gelê herêmê weke erkekê ye ku bi hevgirtineke xurt li dijî hêzên çete û şaneyên wê yên razayî li rex şervanên QSD’ê tekoşîneke xurt bimeşîne. Emê bi pêngavên têkbirina çeteyên DAİŞ’ê re ji bo gelan destkeftiyên demokrasî û azadiyê mayînde bikin. Ji bo parastina destkeftiyên tekoşîna jinê çi bedel bê xwestin emê bê teredut amade bin. Wê rêhevalên me yên fedaî yên weke şehîd Koçerîn bibin meşeleyên me yên jiyanê, em di şexsê şehîd Bengî Mûş, Dîjle, Arjîn, Amara, Eylem, Bêrîvan, Dêrsim û Feysel Ebû Leyla de soz didin hemû rêhevalên xwe yên şehîd ku emê hêvî û xeyalên wan bi cih bînin û pêşerojeke azad diyarî gelê herêmê bikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …