Yek ji bîranînên berxwedana Kobanê li Reqa ket destê şervanên QSD`ê

REQA – Şervanên QSD’ê li Reqa yekemin tireksa (dozer)ku di berxwedaniya Kobanê de dihate bikaranin û ketibû destê çeteyan, bi dest xistin.

Şervanên QSD’ê di taxên Reqayê de pêş ve diçin û rojane bi dehan welatiyên Reqayê ji çeteyan rizgar dikin. Şervanên ku derbeyên giran li çeteyan dixin,vê carê jî li taxa Nezlet Şihadê ya Reqayê alaveke ku di berxwedana Kobanê dihate bikara anîn û rola wê di şer de gelekî hebû bi dest xistin.

Şervanan li taxa navborî tirêksa (bendozer) ku şervanan di sala 2014ʹan de di berxwedana Kobanê de him di şer de bikar tanîn û him jî hevalên xwe yên birîndar pê ji qadên şer derdixistin û wê demê ketibû destê çeteyan, ji destê çeteyan derxistin.FEDEKAR WELAT

Tişta balkêş ku ev tirêksa ku niha şervanan ji destê çeteyan vegerandine, tekane tirêksa leşkerî ku di berxwedana Kobanê de ji bo şer hatbû amadekirin û dihate bikaranîn bû. Niha careke din şervanan tirêksa xwe ku bûye wekî beşek ji berxwedana Kobanê û di bîra gelek şervanan de ye ji çeteyan standin.

Şervan bi rizgarkirina tirêksa xwe gelekî kêfxweş bûne. Têkildarî mijarê Şervanê QSD`ê Fedekar Welat ku destpêka êrîşên li ser Kobanê amede bû û di rizgar kirina taxa Nezlit Şihadê de jî cihê digre got ku ev tirêksa ku niha hate bidestxistyin yek bîranînên berxwedana dîrokî ya Kobanê ye.

https://www.youtube.com/watch?v=EmcUOvnpFCQ

Fedekar Welat bibîr xist ku dema ew di şerê dîrokî yê Kobanê de cih digirt wî ev tirêks li gundê Ebdû yê Kobanê bikar aniye û wiha dom kir: “Bi vê tireksê me şervanên birîndar ji çeperên şer xilas dikir û bi vê tirekisê me şer dikir.”
Welat her wiha da zanîn ku wan di dema berxwedana Kobanê de bi şev û rojê jî bi vê tirêksê çeperên xwe yênparstinê çêdikirin û wiha dom kir: ʺCarekê Em li gundê Tilêcibê bûn tiresk ji gel me bû, di wê navberê de çeteyan êrîş kir û tireks ket destê çeteyan de. Lê îro me li taxa Nezilit Şihadê me tirêksa xwe careke din bi dest xist. Ev beşek ji bîranîna berxwedana Kobanê ye.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …