YAT`ê li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê ragihand ku YAT`ê li dijî şaneyeke DAIŞ`ê li Dêrazorê çalakiyek li dar xist û di encamê de 2 çete hatin girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di roja 29`ê Îlonê de Yekîneyên Antîterorê (YAT) li herêma Dêrazorê li hemberî şaneyeke DAIŞ`ê operasyonek li dar xist. Di encama operasyonê de çeteyên bi navên Genam Mehmûd El-Hamdî û Mehmûd El-Hamdî hatin girtin û miqdarek cebilxane hate desteserkirin.

Cebilxaneya ku hat desteserkirin;

1 AK-47

1 rext û 4 jarjorên AK-47

1 rext û 1 jarjorê demançeyê

4 telefon û hinek belge.”

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …