Xweparastina rewa rastiya Berxwedana Serdemê ye

 

EFRÎN – Welatiyên herêma Efrînê li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê xwe di nava hêzên xweparastina rewa de birêxistin dikin û bi vê yekê rastiya berxwedana gel li hemberî dagirkeran diyar dikin.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ji 20’ê Çile ve bi hemû teknolojiya xwe ya leşkerî hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêma Efrînê berdewam dike. Tevî vê yekê welatiyên herêmê di berxwedana xwe de bi israr in.EFRIN-HEZIN-PARASTINA-CUHARI (1)

Ji roja destpêkê ya êrîşên dagirkeran li dijî herêma Efrînê erka berxwedanê ne tenê li ser milê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ye, lê belê welatiyên herêmê di nava hêzên xweparastina rewa de xwe birêxistin dikin û beşdarî berxwedana serdemê ya Efrînê dibin.

Welatiyên herêma Efrînê li seranserî gundên herêmê û di nava kolanên bajarê Efrînê de bi erka xwe ya parastina axa xwe radibin û diyar dikin ku armanca wan tenê têkbirina dagirkeran e ku heta niha di encama hovîtiya wan de herî kêm 180 welatiyên sivîl şehîd bûn û bêtirî 400 welatiyên din jî birîndar bûne.

Peywira van hêzan ne tenê parastin e, lê belê welatiyên ku di encama topbaran dagirkeran de birîndar bûne vediguhêzin nexweşxaneyan û rêbazên xweparastina ji êrîşên dagirkeran ji welatiyan re şîrove dikin.

Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Şiya Mehmo girêdayî mijarê ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Em di seranserî rojê de parastina welatiyên sivîl dikin û ji bo parastina axa welat çi ji me were xwestin em amade ne.”

Endamê HPC’ê Elî Hesen destnîşan kir ku peywira wan ne tenê parastin e lê belê welatiyên ku di encama topbaran dagirkeran de birîndar bûne vediguhêzin nexweşxaneyan û rêbazên xweparastina ji topbarana dagirkeran ji welatiyan re şîrove dikin.HASAN EBDU

Endamê HPC’ê Hesen Ebdo girêdayî heman mijarê diyar kir ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi van hovîtiyên xwe nikare welatiyên herêmê ji riya berxwedanê vegerîne û got ku dê bi hemû hêz û derfetên xwe axa herêma xwe biparêzin.

Ajokarê bi navê Mihemed Elî got ku welatiyên Efrînê li pêşiya çavên hemû cîhanê li hemberî teknolojiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi lehengî li ber xwe dide û wiha got: “Çi dibe bila bibe em derfetê nadin dagirkeran ku derbasî axa me bibin û berxwedana serdemê dîroka herêmê bi xwîna şehîdan dinivîse. Heta serkeftinê em berxwedana xwe berdewam bikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …