Di vê çarçoveyê de şêniyên gundê El-Esel ê girêdayî navçeya Silûk a kantona Girê Spî  axivîn. Şêniyên diyar kirin ku beriya çend rojan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin hedefgirtin. Di encama wê de jineke bi temen ku li pêşiya mala xwe rûniştî bû û welatiyê ku di nava zeviyên xwe de yê ku 300 m dûrî sînor e dixebitî birîndar bûn.

Her wiha welatiyê birîndar Xelûf Mihemed Îsa got ku dema ku wî zeviyên xwe av dida ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ên ku li ser sînor bi cîh bûne hate hedef girtin û di destê xwe de birîndar dibe.

Îsa destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin wî destê ku pê debara xwe dikin bişkînin û ev tişt got,”Nahêlin em kar bikin û rizqê me qut dikin.”

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Hec Diyab got ku ew rojane rastî êrîşên artêşa Tirk a dagirker tên û destnîşan kir ku ji beriya heftiyekê gule ser bi karkrên di nava zeviyan de dixebitîn reşandin û nehiştin ku bixebitin û rizqên wan qut dikin.

Hec Diyab tekez kir ku ew bi tirs diçin nava zeviyên xwe ji ber ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker tên hedef girtin û wiha pêde çû,”Ma gelo hemû cîhan ji Tirkiyê ditrse da ku sînor ji kiriyarên wê yên dijî mirovahiyê ye deynin? ”

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Meclîsa naçeeya Silûkê Şadya Hec Elî got ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlan hedef digirin û tu girîngiya nade civakan navdeweletî û rêxistinên mafên mirovan û wiha anî ziman,”Ji bo ku em dev ji malên xwe berdin û da ku bi hesanî warê me dagir bikin ji ber vê yekê bi zanebûn sivîlan hedef digrin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ