Welatiyên Efrînê çekên xwe hilgirtine û piştgiriya QSD′ê dikin Dîmen

EFRÎN – Şêniyên gundên Efrînê yên ku rastî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, dane zanîn ku ew ê axa welatê xwe li hember êrîşên faşîzma Tirk biparêzin.MIHIMED

Piştî ku Artêşa Tirk a dagirker dest bi êrîşên li ser herêma Efrînê kir, şêniyên herêmê çekên xwe hilgirtin û li gel QSD′ê şer dikin. Şêniyên gundê Qerne yê girêdayî navçeya Bilbilê  gotin ku ew ê heta dawiyê axa welatê xwe biparêzin.

Welatiyê bi navê Mihemed Hebîb got ku bi destpêkirina êrîşan re wan çekên xwe hilgirtin û piştgiriya berxwedana QSD′ê kirin. Hebîb wiha got, ″Em ji top û balafirên dewleta Tirk a faşîst natirsin.″MUSTEFA

Welatiyê bi navê Mustefa Hisên jî diyar kir ku ew amade ne li hember êrîşên Artêşa Tirk a dagirker şer bikin û li gel şervanên QSD′ê gundê xwe biparêzin.  Hisên wiha axivî, ″Em ê bi şev û roj têbikoşin û bi ser bikevin.″DCOAR

Her wiha welatiyê bi navê Dijwar Hebîb jî da zanîn ku çi dibe bila bibe ew axa welatê xwe terk nakin û wiha domand, ″Li hember polîtîkayên faşîzma Tirk çi ji destê me were em ê bikin. Em destûr nadin ku dewleta Tirk xewna xwe dagirkeriyê pêk bîne, ji ber ku em xwediyên vê axê ne.″

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …