Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ragihand ku çeteyên girêdayî artêşa tirk a dagirker duh welatiyê bi navê Cîger Asalan Seydo yê ji gundê Çoqê yê girêdayî kantona Efrînê bê sedem revand.

Çavkanî diyar kir ku welatiyê bi navê Cîger Asalan Seydo ji taxa xwe ya navenda Efrînê ji aliyê kesên ku bi navê  “polîsên leşkerî” tên naskirin ve hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hate birin.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku Lîwa El-Sultan Mûrad a girêdayî artêşa tirk a dagirker kabloyên kehrebeya ji navenda Efrînê didizin, her wiha mal û milkên welatiyan talan dikin.