Vaye serpêhatiya Apê Salih ê YPG’yî

DÊREZOR – Her şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwedî çîrokeke balkêş û bi bandor e. Ka em binêrin bê çîroka Apê Salih çi ye?

Şervanê YPG’yî Salih Qamişlo ku temenê wî 54 sal e di sala 2010’an de li dijî rejima Sûriyeyê bi hêvî û xeyalên mezin beşdarî nava Artêşa Azad dibe û demek dirêj di nava Artîşa Azad de dimîne.

Piştî demekê Salih rastiya hişmendiya komên ku navê Artêşa Azad li xwe dikin, nas dike û dibîne ku ew komên hanê pir dûrî armancên şoreşa gelan a Sûriyeyê ne.

Li ser vê yekê biryar dide ku dûrî van koman bikeve û tê gundê Hilwa yê navçeya Tirbespiyê yê Herêma Cizîrê.

Du birayên Salih ên şehîd hene. Piştî ku hate gund, êdî biryar dide ku tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibe.

Bi fedekariya xwe tê nasîn

Apê Salih tevî vî temenê xwe jî, bi pratîk û federaliya xwe tê naskirin. Şervan û hevalên wî pir jê hez dikin û di tabûrê de ji bo hevalên xwe mînaka fedekarî û hevaltiyê ye.”

‘Ji bo azadiyê têkoşîna YPG’ê bingeh e’

Apê Salih wiha anî ser ziman “Tişta herî pîroz ku min xeyal nedikir jî, min di nava YPG’ê de jiyan kir. Ez bawer nakim ku li devereke din mînakeke din a vê jiyanê hebe. Navnîşana jiyana azad di nava YPG/YPJ’ê de ye ku hemû ol û netew di nav de cih digrin. Ez pir kêfxweş im ku wekî welatiyekî Ereb di nava artêşeke wiha xwedî ramamên azad de cih digrim û ez ê her dem şopa herdu birayên xwe yên şehîd dewam bike.

          

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …