Tunelên çeteyên DAIŞ`ê li Mergeda hatin dîtin

 HESEKÊ – Şervanên QSD`ê li navçeya Mergeda ya girêdayî herêma Hesekê tunelên çeteyên DAIŞ`ê dîtin.

HSK-ANFAQ-DAYIS (1)

Di 9`ê mijdara 2017`an de di Pêngava Bagera Cizîrê de navçeya Mergeda ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

Şervanên QSD`ê tunelên çeteyên DAIŞ`ê  li navçeyê dîtin. Çeteyan ev tunel ji bo parastina xwe ji derbeyên şervanên QSD û Balafirên Koalîsyona Navneteweyî bikar dianîn.

Şervanê YPG`ê Jiyan  Zavî diyar kir ku di  hundir tunelê de kabloyên ceyranê û alavên  kolandinê jî hatin dîtin.

Zavî anî ziman ku tunelên hatine dîtin taxên navçeya Mergeda bi hev de girê dide.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …