Topbarana li ser li taxa Tirindê yê Efrînê

EFRÎN – Di dîmen û wêneyên  li taxa Tirindê ya bajarê Efrînê hatine  kişandine de, zerara ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de çêbûye, diyar dibe.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro taxa Tirindê ya bajarê Efrînê topbaran kir. Di encamê de 11 welatiyê sivîl ku di nav wan de zarok  û kesên bi temen mezin hene, birîndar bûn. Her wiha zerareke mezin jî gihîşt mal û milkên welatiyan.

Çavkaniyan piştî topbaranê, berê xwe da cihê  topbaranê û zerar ku çêbûye bi dîmen û wêne belge kir.

Welatiyê bi navê Mihemed Mûsa ku zarokê wî jî di encama topbaranê de birîndar bû, bi hêrsekê gotʺEm li mala xwe bûn. Carekê mala me hate topbarankirin û zarokê min ê biçûk birîndar bû. Ma gunehê van zarokan çi ye?.ʺ

Mûsa destnîşan kir ku li derdora wan noqteyên leşkerî tune ye, artêşa Tirk a dagirker yekser  sivîlan dike armanc.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …