Topbarana li ser gundên Efrîn û Şehbayê didome

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî topbarana navçeyên kantona Efrîn û Şehbayê didomîne. Li aliyek din balafirên keşfê li ser Racoyê digerin.

Çavkaniyan diyar kirin ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê gundên Aqîbe yê navçeya Şêrawa û Îsaka, Bilîka, Qere Baba û Sorkê yên herêma Racoyê  bi tank û topban topbaran dikin.

Hate hînbûn ku balafirên keşfê yên artêrşa Tikr li ser Racoyê digerin.

Li kantona Şehbayê jî ji bajarê Marai gundên Hesacik û Semoqa têne topbarankirin.

Topbaran hîna didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …