EFRÎN – Ji şeva din ta van kêliyan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê topbaran dikin. Şervanên YPG û YPJ`ê jî bersiva êrîşan didin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên herêma Cindirêsê û navçeya Şera topbaran dikin.
Her wiha li gorî çavkaniyên leşkerî, artêşa Tirk a dagirker ji axa Bakurê Kurdistanê pira Heşrekiye ya herêma Raco topbaran dike.
Di heman demê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêma Ezazê, gundê Dîkmedaş a navçeya Şera topbaran kir.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker ji qereqolên ser sînor, gundê Şêx Xorze yê girêdayî navçeya Bilbilê topbaran dikin.
Topbaran dewam dike.
Şeva din li Efrînê çi çêbû?
Şeva din, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gund û navçeyên kantona Efrînê topbaran kirin. Di encamê de zerar gihîşt mal û milkên sivîlan.
Çavkaniyên leşkerî raghandin ku artêşa Tirk û çeteyên wê ji herêma Ezazê, gundên Kefercene, Baflon, Qestel Cendo, Bîloniye û Malîkiye yên girêdayî navçeya Şera topbaran kirin. Şervanên YPG û YPJ`ê jî yekser bersiv dan û noqteyên çeteyan ên li Ezazê topbaran kirin. Li gorî agahiyan birîndarên çeteyan hene.
Şeva din di saet 00:00`an de, şervanên YPG û YPJ`ê tevgera çeteyan li hemberî gundê Basûfan ê navçeya Şerawa şopandin û ew kirin hedefa xwe. Tê gotin ku windahiyên çeteyan hene.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saet 00:00`an ta 06:00`an de, gelek girên herêma Cindirêsê topbaran kirin.
Şevanên YPG û YPJ`ê jî yekser bersiv dan û derbarê encamên şer tu agahî nehatin bidestxistin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker ji qereqola Siciye ya li ser sînor, gule li gundê Senara yê girêdayî navçeya Şiyê ya herêma Cindirêsê reşand. Her wiha derdora gundê Merwaniyê yê navçeya Şiyê topbaran kirin.