Topbarana li dijî herêma Efrînê didome

EFRÎN – Êrîşên Artêşa Tirk a dagirker li ser gund û navçeyên kantona Efrînê û kantona Şehbayê dewam dikin.EFRIN-EFRIN-TE-TOPBARAN-KIRIN (3)

Çavkaniyên  ji kantona Şehbayê ragihandin ku Artêşa Tirk a dagirker gundê Kefernasih bi hawanan topbaran kir, di encamê de ziyanên madî gihişt mal û milkên welatiyên sivîl.

Li aliyekî din çavkaniyan  ji navçeya Şera ya Efrînê diyar kir ku Artêşa Tirk gundê Kefer Cenê û Girê Dîkmedaşê da ber topan.

Welatiyê Ereb ê xwediyê sehrîca mazotê Îbrahîm Îsa got ku di encama êrîşên Artêşa Tirk de topek li nêzî sehrîca wî ya mazotê ket û parçeyên topên li sehrîcê ketin.

Di van kêliyên ku herêma Efrînê tê topbarankirin de bi hezaran welatiyên kantona Efrînê rabûne ser piyan û êrîşên Artêşa Tirk şermezar dikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …