`Tevlîbûna QSD ji bo me firsetekî dîrokî ye`

REQA – Ciwanên Reqayê yên tevlî nava refên QSD`ê bûne destnîşan kirin ku tevlîbûna nava refên QSD`ê ji bo wan firsetekî dîrokî ye da ku bajarê xwe rizgar bikin.REQQA-HEVDITIN-BI-SERVANEN-QSD1 ‫(171966977)‬ ‫‬

Ciwanên Reqayê ji bo herêma xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin tevlî hemleya rizgarkirina Reqayê bûne û niha li eniyên Reqayê şer dikin. Ciwanên Reqayê ku tevlî QSD`ê bûne heycana rizgarkirina bajarê xwe bi ajansa me re parvekirin.

Şervanê bi navê Şadî Mihemed El-Hemade yê ji taxa El-Sebahiyê ya bajarê Reqayê wiha got:ʺ Em niha bajarê xwe rizgar dikin da ku jin û tevahiya malbatên me bi ewle bijîn. Em ji bo avakirina bajarekî Reqayê yê nû, li ber xwe didinʺ.

Her wiha Fehed El-Hemûd jî got:ʺTevlîbûna nava refên QSD`ê ji bo me firsetekî dîrokî ye da ku em gelê xwe ji zulma DAIŞ`ê rizgar bikinʺ.

El-Hemûd gotinên xwe wiha bi dawî kir:ʺ Çawa piştî QSD`ê bajarê Minbic, Sirîn û tevahî herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û niha ew herêm xwe ji nûve ava dikin, em ê jî bi hev re bajarê xwe ava bikinʺ.

 

REQQA-HEVDITIN-BI-SERVANEN-QSD1 ‫(171966979)‬ ‫‬ REQQA-HEVDITIN-BI-SERVANEN-QSD1 ‫(1)‬

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …