Tevlîbûna nava refên QSD‘ê zêde dibe

GIRÊ SPΠ– Li akademiya leşkerî ya Şehîd Dijwar Efîn 190 ciwan piştî ku dewreya xwe ya perwerdeyê qedandin, tevlî nava refên QSD‘ê bûn.

Li akademiya Leşkerî ya  Şehîd Dijwar Efrîn a gundê El-Kenterî ya kantona Girê Spî 17 roj berê bi beşdarbûna 190 ciwanan dewreyeke perwredeyê hatibû destpêkirin.

Di perwerdeyê de waneyên bîrdozî û leşkerî hatibûn dayîn.

Bi armanca qedandina dewereyê, merasîmeke hate lidarxisitin.

Fermandar û şervanên QSD‘ê, nûnerên saziyên sivîl ên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanan ve dest pê kir.

Ji fermanarên QSD‘ê Ronî Tundirk qedandina perwerdeyê li şervanan pîroz kir û destnîşan kir ku QSD‘ê dê heyanî dawî Bakurê Sûriyê ji terorê biparêze, beşdarbûna ciwanên herêmê nava refên wê ewlehiya herêmê bi hêztir dike.

Ronî Tundirk, soza mezinkirina têkoşînê nû kir.

Şervana sonda leşkerî xwarin.

 

GIRESPI-EKADIMYA-SEHID-DIJWAR-190SERVAN ‫(35193345)‬ ‫‬ GIRESPI-EKADIMYA-SEHID-DIJWAR-190SERVAN ‫(35193347)‬ ‫‬

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …