HESEKÊ – Li Akademiya Şehîd Birûsk a navçeya Şedadê derwreya 4`mîn bi navê “Şehîd Emar Îbrahîm” bi tevlîbûna 40 şervanên ji navçeya Şedadê û gundewarên wê, destpê kir.
Fermandar û şervnên YPG û QSD`ê tevlî merasîma destpêkirina dewrey bûn.
Dewreya perwrdeyê wê mehekê dirêj bike. Di dewreyê de waneyên birdozî û leşkerî werê dayîn.
Dewreya perwrdeyê bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê, yek ji fermandarên YPG`ê Mejid Şedadê axivî û destpêkirina dewreyê li şervanan pîroz kir û got”Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêma Efrînê dikin. Ji ber vê yekê em weke Hêzên Leşkerî amade ne ku em berê xwe bidin Efrînê û li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer bikin.”
Mejid di axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan heta dawiyê da.