KOBANÊ – Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya leşkerî dewreya perwrdeyê ya bi navê Îlan Kobanê bi tevlîbûna 177 şervanên QSD`ê bidawî kir.

Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya li kantona Kobanê îro dewreya perwerdeyê bi tevlîbûan 177 şervanên QSD`ê bidawî kir. Dewreya perwerdeyê nêzî 3 hefteyan dewam kir. Di dewreyê de dersên leşkerî hatin dayîn.

Fermandarênê QSD`ê û Şandeyek ji Koalîsyona Navdewletî beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de şervanan toreneke leşkerî lidar xistin. Paşê, yek ji fermandarên QSD`ê Medenî Xebat axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir û soz da ku wê axa welatê xwe li hember êrîşên dagirkeran heta dawiyê biparêzin.

Paşê, şervanên ku tevlî dewreya perwerdeyê bûne soz dan ku wê parastina biratiya gelan bikin û soz dan ku wê heta dawiyê li ser rêya şehîdan bimeşin.

Hêjaye gotinê ku şehîd Îlan Kobanê li hember êrîşên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyeke fedayî li herêma Cindirêsê pêk anî.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ