Tevlîbûna ciwanên Dêrazor nava refên QSD‘ê zêde dibe

QAMIŞLO– 94 ciwanên Dêrazor piştî ku perwerde li Akademiya Şehîd Mîtan dîtin tevlî nava refên QSD‘ê bûn.

Li akademiya leşkerî ya Şehîd Mîtan 20 roj beriya niha ji bo 94 ciwanên Dêrazorê dewreyeke perwerdeyê bi navê “Şehîd Heqî Qerar” hatibû destpêkirin.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmeke hate lidarxistin.

Şervan û fermandarên QSD‘ê û malbata şehîd Mîtan û Heqî di merasîmê de amade bûn.

Piştî tûrana leşkerî, ji fermandarên QSD‘ê Mezlûm Koçer axivî û qedandina dewreyê li gelê Bakurê Sûriyê pîroz kir.

Koçer bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û got “Tirkiyê bi navê islamê komên terorîst bi kar tîne da ku pîlanên wê yên dagirkirina herêmê pêk bîne.”

Di merasîmê de birayê şehîd Heqî Qerar Radî Qerar ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re şîfa lezgîn xwest û soza şopandina xeta şehîda dan.

Xuşka şehîd Mîtan Hizna Temo dawîbûna perwerdeyê li şervanan û malbatên şehîdan pîroz kir û got “Bi navê malbata şehîd Mîtan em soza xwe ya me bi şehîdan re daye nû dikin.”

Merasîm bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

Şehîd Heqî Qerar bi navê rast Fayiz Hemade, yek ji şervanên QSD‘ê ye di tîrmeha 2017‘an de di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …