Tevî nexweşiya bi soza tolhildanê şer dike

REQA – Tevî ku rewşa wî ya tenduristî nebaşe û temenê wî mezine, ji bo tolhildana kurê xwe, tevî nava refên şervanên QSD′ê bû. REQA-TEVI-REWSA-XWE-TEVLI-QSD-BU-JI-BO-TULHILDANE ‫(158597633)‬ ‫‬

Welatiyê bi navê Hisên Esed (54) tevî ku nexweşiya dil pê re heye, li eniya rojavayê bajarê Reqayê di çeperên herî pêş de cih digire, bi destekî çeka xwe girtiye  bi destê din jî dermanê xwe girtiye û wiha li hember çeteyên DAIŞ′ê şer dike. Armanca apê Hisên ew e ku tola kurê xwe û kurê birayê xwe yên li pêşiya çavên wî ji aliyê çeteyan ve hatine serjêkirin, hilde.

Apê Hisên ji nişetecihên taxa Deriyê ya bajarê Reqayê ye, keçek û du kurên wî hene. Malbata wî gelek zulm ji destê çeteyan dît, kurê wî Hanî (25) bi tawanên cûda li pêşiya çavên wî ji aliyê çeteyan ve hat kuştin. Apê Hisên ji vê yekê hêrs bû û dema ku malbata xwe gihand herêmên rizgarkirî, ji bo tolhildana kurê xwe, beşdarî nava refên şervanên QSD′ê bû.REQA-TEVI-REWSA-XWE-TEVLI-QSD-BU-JI-BO-TULHILDANE ‫(1)‬

Apê Hisên roja kuştina kurê xwe wiha vegot: ″Haya min ji tiştekî nebû, dema ku çûm bazarê da pêdiviyên malê werbigirim min bihîst ku dê çete welatiyekî bi tawana kufrê bikujin. Hevalekî min agahî da min  ku ew welatî kurê min Hanî ye. Min bi lez berê xwe da cihê bûyerê, dema ez gihîştim wir, çeteyan li pêşiya çavên min Hanî gulebaran kirin û kuştin.″

Apê Hisên bi dilekî şewitî û çavên tijî hêsir got ku ew dixwaze tola kurê xwe hilîne û wiha domand: ″Ez ranawestim heta ku bajarê me bi temamî ji çeteyan were rizgarkirin. Her çiqas ev baxivim ez nikarim zulma çeteyan vebêjim. Serjêkirina mirovan li gel wan tiştekî pir hêsane. Çeteyan welatiyên belengaz bi tawanên cûda bê sûc dibirin girtîgehan.  Kiryarên çeteyan dûrî ola îslamê ne.″

Apê Hisên diyar kir ku ew ê bajarê xwe rizgar bikin û çeteyan tune bikin.

Apê Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên herêmê kirin ku beşdarî nava refên QSD′ê bibin û bajarê xwe rizgar bikin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …