Tevî ku xwîna wî diherikî 8 rojan li ber xwe da

 EFRÎN– Şervanê YPG’ê Ebdulrehman Ehemd (Zagros Efrîn) bi birîndarî 8 rojan di rewşa herî zehmet de li ber xwe daye, bi giya û ava çolê debara xwe dikir ta xwe gihand cihê biewle.

Şervanên YPG, YPJ û QSD’ê yên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên  berxwedaneke bê hempa nîşan didin û rê nadin dewelta Tirk ku di Efrînê de pêş ve were.

Şervanê YPG’ê Ebdulrehman Ehemd (Zagros Efrîn) ket rewşeke ku mirov dikare bêje ev mînaka berxwedanê ya şervanên Efrînê ye. Zagros ji gundê Qort Qolat a navçeya Şera ye bi qehremanî bi hevalên xwe re li dijî dagirkeran şer kir û li eniya tekoşînê ya gundên Xorze ya navçeya Bilbilê dema bersiva êrîşa Artêşa Tirk dida balafirên şer li ser serê wan digeriya, di heman demê de dewleta Tirk bi çekên giran êrîş dikir.

Di encamê de parçek li her du lingên Zargors Efrîn ket û birîndar bû. Zagros ji hevalên xwe qut bû. Tevî ku xwîna jê dihat û birîna dijwar jî; teslîmkarî qebûl nekir.

Zagros destpêkê ji hiş çûbû, piştî bi hişê xwe ve hat berê xwe da rûbarekî û bi birînên xwe 8 rojan di nava newalê de xwe dixijiqand.  Baran û rewşa hewayê bandor li muralê Zagros nekir, bi giya û pincarnê çolê debara xwe dikir û li ser zikê xwe dikşand.

Piştî 8 roj bi dawî bûn, bidestpêka roja nehan Zagoris giha riyeke giştî, welatiyekî ew dît, hemen ew bir navneda tenduristiyê.

Zagros di derbarê bûyara xwe de  axivî û got ku ew bi muraleke bilind û bi isra berê xwe da hevalên xwe û ev tişt anî ziman: “Ez ê rehet bibim û vegerim qadên şer.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …