Têkoşer Kendal Kobanê bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin

KOBANÊ – Gelê Kobanê cenazeyê pakrewan Kendal Kobanê bi merasîmek heybet li şehîdgeha Dicla Kobanê oxir kir. Di merasîm de jineke ciwan navê Avesta Xabûr hilgirtin tevlîbûna xwe nava refên YPJ‘ê ragihandin.KOB-MERSME-SEHID-KENDEL-KOBANE (7)

Şervanê YPG‘ê Şahîn Seydo bi nasnav Kendal Kobanê 14‘ê Sibatê li Girê Spî dema li ser karê xwe bû di encamê qezayeke trafîkê de şehîd bû. Gelê kantona Kobanê bi armanca oxirkirina cenazeyê wî li şehîdgeha Dicle kom bûn û li benda kerwanê cenaze bûn.

Dema ku kerwanê cenaze gihişte şehîdgehê, girseya gel bi dirûşemeyên “Şehîd Namirin” û tiliyên sembolên serkeftinê pêşwziya cenaze kirin û li ser dika mersîmê danîn.

Li wir merasîmê bi tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir.

Piştî tûranê, ji fermandarên YPG‘ê Zerdeşt Kobanê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Kobanê di axaftina xwe de bal kişand ser komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 19 sal li ser re derbas bûn û anî ziman ku armanca wê ew ku îradeya gelê kurd bişkîne û wiha got, “Komplo bi berxwedaniya Îmralî û xwîna şehîdan hate pûçkirin. Li Efrînê jî şagirtên Ocalan li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destanên qehremaniyê dinivisîin.”

Hevserokê Meclîsa TEV-DEM‘ê ya kantona Kobanê Ehmed Şêxo jî got, “Riya azadiyê  girtîbû û fatoreya wê giranbûha ye. Rêber Ocalan ev rê ji me re vekirin û têkoşerên me dane ser şopa wê.”

Nasnameya şehîd Kendal ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di merasîm de her wiha ciwana bi navê Ronahî Xelîl navê Avesta Xabûr hilgirtin tevlîbûna xwe nava refên YPJ‘ê ragihandin.

Girseya gel cenazeyê têkoşer Kendal bi dirûşmeyan spartin axê.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …