Tebqayê karwanekî şehîdên xwe bi rê kir

TEBQA – Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û gundewarê wê (Sîgul, El-Curniyê û El-Mehmûdlî) cenazeyên sê şervanên QSD’ê û cenazeyê endamekî hêzên ewlehiya hundirîn ku di hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê de ku ev bêtirî 100 roj in berdewam e, şehîd ketine oxir kirin.

TEPQA-MERASIMA-SEHIDA2

Karwanê şehîdan ji kantona Kobanê ya herêma Feratê ber bi bajarê Tebqayê ve meşiya,  bi sedan welatî li benda karwanê şehîdan Îyad Taha binasnav Qehreman, Îbrahîm Xelîl binasnav Îbrahîm, Mihemed El-Doş binasnav El-Heneş û endamê hêzên ewlehiya hundirîn li bajarê Tebqa Mihemed Hisên El-Mûsa man.

Li ser riya di navbera Kobanê û bajarê Tebqayê de welatiyên El-Curniyê û El-Mehmûdlî û Sîgul li benda karwanên şehîdan li herdu aliyên rê man û alên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG’ê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bilind kirin.

Her çar şehîd di hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê de ku ev bêtirî 100 rojî ye ji aliyê QSD’ê ve didome şehîd ketin.

Piştî ku karwanê şehîdan gihîşt Bendava Feratê ji aliyê bakurê bajarê Tebqayê ve ber bi goristana şehîdan ve çû. Li vir jî hejmareke mezin ji rûspiyên herêmê û bi dehan welatî li benda hatina karwanê şehîdan bûn û bi coş durişmeyên  serkeftinê û “bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” qîriyan.TEPQA-MERASIMA-SEHIDA3

Li ber deriyê goristanê şervana cenazeyên her çar şehîdan girtin ser milên xwe û derbasî qada goristanê kirin. Li vir merasîmeke leşkerî li ser rihê şehîdan  ji aliyê Hêzên Xweparastinê ve hate lidarxistin.

Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk Omîd Gabar axivî û got ku rola şehîdan di rizgarkirina gelan de û di yekîtiya gelan de sereke ye ji ber canê xwe ji bo azadiya gelan feda kirin.

Di merasîmê de her wiha Endamê Komîteya Jinan a Meclîsa Sivîl a Tebqayê Îman Xelef axivî û endama rêveberiya meclîsa jinan a Tebqayê Hind El-Elî axivî û diyar kirin ku pêwîst e rêgezên şehîdan hilbijartine bêne domandin heta ku armancên ku ji bo wê şehîd ketine pêk werin.

Beriya bêtirî 100 rojî hêzên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê da dest pê kirin, niha bajar ji aliyê şervanan ve hatiye dorpêçkirin  û ji aliyekî din ve hemleyeke din a bi navê Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina bajarê Dêrazorê da meşandin.

Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Elî jî di merasîman de axivî û soza şopandina riya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de belgeya şehadeta şehîdan hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Paşê nimêj li ser cenazeyan hate kirin û her çar cenaze bi tilîlî û durişmeyên “bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …