Gel cenazeyên herdu şehîdan ji Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan goristana şehîdan.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin.

Paşê, ji fermandarên QSD`ê Umîd Gabar axivî û bal kişand ser hêzên ku dixwazin projeya demokratîk li Bakurê Sûriyê têk bibin.

Gabar got,ʺBakurê Sûriyê îro di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Hêzên kapîtalîst dixwazin projeya Netewa Demokratîk a ku gelên Bakurê Sûriyê baweriya xwe pêaniye, têk bibe.ʺ

Endama Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Meryem El-Şerîf  axivî û got ku destkeftiyên ku Bakurê Sûriyê hatine bidestxistin, bi saya şehîda ne.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, Ehmed Ewad El-Hisên jî axivî û tekez kir ku berxwedanî li Bakurê Sûriyê dewam dike û careke din piştgiriya bi berxwedana Efrînê re nîşan da.

Ji rêveberên Saziya Karûbarên Olî li Tebqayê Nasir Cinêd axivî û got ku dewleta Tirk bi behaneyên ne rast dixwaze êrîşe Bakurê Sûriyê bike, lê ew tenê QSD`ê ku herêm ji DAIŞ`ê rizgar kir, dixwazin.

Piştî axaftinan, wesîqeta her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Paşê, nimêj li ser  cenazeyên şehîdan hate kirin û her du têkoşer hatin definkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ