Taxên Endelus û Metar ên Reqayê hatin rizgar kirin

REQA– Di encama şerên giran ên li navenda Reqayê de şervanên QSD’ê taxên Endelus û Metar û Methenê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Qonaxa dawî ya bi navê Şehîd Ednan Ebû Emced a Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja ya duyemîn de bi hemû leza xwe didome. Ji duh ve û heta niha li taxên Kurdan, Huriye (Azadî), Metar, Sêxanî, Methene, Bedû, Endelus, li derdora Nexweşxaneya Watanî, Stada Fûtbolê û Çerxerêya Neîm di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin.

Di encama van şeran de taxên Endelus, Metar û Methene ji çeteyan hatin paqijkirin.

Her wiha di encama van şeran de 7 çeteyên biyanî hatin kuştin û 10 çeteyan jî xwe radestî şervanan kirin. Pêşdeçûna şervanan didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …