Taxên Bedû û Sexanî yên Reqayê hatin rizgarkirin

REQA – Şer li navenda bajêr a Reqayê bi dijwarî berdewam dike, taxên Bedû û Sexanî ji aliyê şervanên QSD′ê ve hatin rizgarkirin.

Şer û pevçûnên li navenda Reqayê bênavber berdewam dikin. Di encama şerên giran yên di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de taxên Bedû û Sexanî ji çeteyan hatin paqijkirin. Taxa Bedû, taxa Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed e.

Her wiha li Derdora Çerxerêya Neîm, nexweşxaneya Wetenî û Stada Fotbolê jî şer û pevçûnên giran berdewam dikin.

Ji aliyê din ve Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ji ajansa me re axivî û da zanîn ku îro tevahiya rojê şervanên QSD’ê pêşketinên girîng bi dest xistine û derbeyên giran li çeteyan dane.

Cîhan Şêx Ehmed wiha got: “Şervanên me îro gelek serkeftinên girîng bi dest xistin, taxên di destên çeteyan de mabûn bi tamamî rizgar kirin. Niha di destên çeteyan de Çerxerêya Neîm, nexweşxaneya Wetenî û Stada Fotbolê mane. Ev der jî hatine dorpêçkirin û heta sibê wê şervanên me van deran jî rizgar bikin″.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …