Taxa kevnar a Reqayê şahidê berxwedana lehengane ya QSD’ê ye

 

REQA – Taxa El-Reqa ya bajarê Reqayê yek ji taxên sereke ku çeteyên DAIŞ’ê baregehên xwe têde ava kirine. Ev tax bû şahidê berxwedana leheng a Hêzên Sûriya Demokratîk û bi rizgarkirina wê hêza çeteyên DAIŞ’ê bi temamî hilweşiya.

Taxa El-Reqa yek ji taxên kevnar ên bajarê Reqayê ye, yek ji kolanên wê yên sereke kolana El-Mensûr e û di nîvê bajarê Reqayê de ye, xaniyên wê bi hevûdu ve ne û çeteyên DAIŞ’ê ew veguhertibûn baregeha xwe ya leşkerî û têde toreyeke tûnelan kolandibûn û hemû xaniyên wê bihevûdu ve girê dabûn.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piraniya sûrê bajarê kevnar a Reqayê di dawiya meha Tîrmehê de rizgar kir, çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dane baregeha xwe ya sereke ya li taxa kevnar a Reqayê. Çeteyan ev taxa kevnar weke xeta parastinê ya eniya rojhilat û xeta parastinê ya navenda bajêr û çerxeriyên El-Neîm û El-Delê bikar dianîn.REQA-TAXEY BEREI (2)

Hêzên QSD’ê di hefteya yekemîn a meha Tebaxa 2017’an de karibûn ji sê aliyan ve derbasî taxê bibin û li vir pevçûnên giran li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dane meşandin.

Çeteyan her wiha dukanên kevnar ên di taxê de veguhertibûn embarên cebilxaneyê û têde siwareyên xwe yên bombebarkirî amade dikirin, nemze ji ber ku di vê taxê de bi hêsanî dikaribûn xwe ji balefirên Kaolîsyonê biparêzin.

Şer û pevçûnên di vê taxê de bêtirî 20 rojan bi şev û rojên wê dom kirin, hêzên QSD’ê di van rojan de bêtirî 10 siwareyên bombebarkirî ku çeteyan hewl didan li dijî şervanan bidin teqandin, têde teqndin.

Girêdayî mijarê şervanê QSD’ê yê bi navê Mihemed Elî El-Ebdulah ku weke endamê rêveberiyê di hemleya rizgarkirina taxê de cih digirt destnîşan kir ku taxa kevnar a Reqayê baregeha sereke ya çeteyên DAIŞ’ê bû û da zanîn ku pevçûnên di taxê de bêtirî 20 rojan bi giranî dom kirine.

Hêzên QSD’ê di vê taxa kevnar de berxwedaneke leheng daye meşandin û di encamê de tax di destpêka meha Îlonê de hate rizgarkirin. Mihemed Elî El-Ebdulah diyar kir ku bi rizgarkirina vê taxê xeta parastinê ya herî xurt a çeteyan hate şikandin û hêza çeteyan di bajarê Reqayê de hate şikandin.

Her kevir û maleke vê taxê şahidiya berxwedana leheng a şervanên QSD’ê di hundirê bajarê Reqayê de dikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …