Tabûrên ENKS’ê beşdarî êrîşa li dijî Efrînê bûne

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên girêdayî ENKS’ê li rex leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyeyê êrîşî kantona Efrînê dikin. Bi vê beşdarbûna wan ENKS’ê dîsa piştrast dike ku ew li dijî berjewendiya Kurdî tevdigere û weke çete li ba dagirkeriya Tirkiyeyê dixebitin.

Yek ji aliyên çeteyan ku cihê xwe di êrîşa li dijî herêma Efrînê de digirin, çeteyên girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ye û di bin fermana artêşa dagirker a Tirkiyeyê de hovîtiya xwe li dijî welatiyên Efrînê bikar tînin. Ev yek bi riya çeteyekî girêdayî tabûra “artêşa El-Nuxbê” û fermandarê berê yê tabûra “Azadî” ku di sala 2013’an de li bajarê Serêkaniyê ya herêma Cizîrê li rex çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşî welatiyan kirin.

ENKS’ê di bin navên cûda de gelek komên leşkerî ava kirin û gelek caran li rex komên çete êrîşî herêmên Rojava û taxên Kurdî yên bajarê Helebê kirin. Di sala 2012’an de ENKS’ê di bin navên “Tabûra Azadî, Tabûra Şêx Maşûq El-Xeznewî, Tabûra Selahedîn El-Eyûbî û Tabûra Mişal Temo” ava kirin.

Tabûra Selahedîn El-Eyûbî beşdarî gelek êrîşên li dijî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên bajarê Helebê bû. Rola tabûra Mişal Temo jî di êrîşên li dijî bajarê Serêkaniyê gelekî sereke bû.

Yek ji serkêşên van tabûrên ENKS’ê kesê bi navê “Ebdilezîz Temo” ye û fermandariya tabûra Mişal Temo dikir û li bajarê Serêkaniyê birîndar bû û li nexweşxaneyên Tirkiyeyê hate dermankirin. Piştî demekê Ebdilezîz Temo piştî wê di civîneke li dijî Rojava de derket pêş û di vê civînê de hate ragihandin ku dê bi hemû rêbazan şerê şoreşa Rojava bikin.

Rayedarên ENKS’ê eşkere ragihandin ku şaneyên wan ên veşartî li bajarên Rojava hene û bi xebatên tevliheviyê radibin. Di navbera salên 2013-2014’an de van şaneyan li bajarên Tirbespiyê, Efrîn û Girkê Legê gelek teqîn pêk anîn.

Vê carê jî serçeteyê bi navê “Azad Şehbo” ku serkêşiya “Tabûra El-Nuxbê” dike ku di dema êrîşa li dijî bajarê Serêkaniyê bi “Tabûra Azadî” dihat nasîn, piştî ku cihê xwe li rex artêşa dagirker a Tirkiyeyê li Cerablûs, Ezaz û Babê cih digirt, niha jî cihê xwe di êrîşa li dijî Efrînê de digire.

Azad Şehbo li bajaroka Til Eranê ya girêdayî kantona Şehba tabûra Azadî ava kir û li dijî şervanên Yekîneyên Parastina Gel şer kir. Ji destpêka avakirina Tabûra Azadî ve girêdayî dewleta dagirker a Tirkiyeyê ye û bi riya rayedarên ENKS’ê fermanên xwe ji MÎT a Tirkiyeyê werdigire.

Azad Şehbo ji Ajansa Nûçeyan a Anadolê re got ku ew cihê xwe di êrîşa li dijî YPG’ê li Efrînê digire û şervanên YPG’ê weke “xayîn û ajanên rêjîma Sûriyeyê” bi nav kirin.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …