Şoreş û Avrîn, şehîd hatin ragîhandin lê bi saxî hatin rizgarkirin

 EFRÎN – Piştî 26 rojan ku ji hevalên xwe qut bûn, bi ava baranê tîna xwe dişkandin û bi pel û pincarên çolê birçîbûna xwe têr dikirin. Wekî şehîd hatin ragîhandin, lê herî dawî rizgra bûn û gihiştin karwanê xwe.

Şervana YPJ Avrîn Mesûm û şervanê YPG’ê Şoreş Amûdê dama li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer dikir, ji karwanê xwe qut bûn. Navê wan wekî şehîd bi merasîmeke bi heybet hate ragîhandin. Bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn. Her kesî digot ku şehîd bûne, kesî ne dizane ku ew li derdora gundên Elbiîskê ya Raco li ber xwe didin û hîn jî zindî ne.

Di roja 27’ê çile de li gundên Ebîskê di navbera şervanên YPG/YPJ’ ê û Artêşa Tirk û çeteyên wê de şerekê giran rû da. Di nava şervanên YPG/YPJ’ê Avrîn Mesûm û Şoreş Amûdê jî hebûn.

Avrîn wekî Endama Ragîhandina YPJ’ê tekoşîn dikir, lewma di destekî wê de kamîra û di destê din jî çek hebû. Avirîn, dibêje ku dema çû gundên Elbîskê herdû alavên xwe yên tekoşînê rakir û berê xwe da gund, da ku dema hevalên wê bersiva êrîşên Arêtşa Tirk bide belge bike.

Avrîn cihekî xwe yê baş girt da ku baş karibe dîmen bikşîne û wiha derbarê wan kêliyan de got: “Topên Arêtaş Tirk û çeteyên wê wekî baranê bi ser me de dibariyan.”

Topek li nêzî Avrîn û Şoreşger, her wiha şervanekî din ket. Avirîn di çoga xwe de birîndar bû, her wiha di binê lingê wê şewt çêbû.Parçe ji li şoreş ket, hevalên wan ê din şehîd bû.

Avrin ew kîlî bi van gotinan anî ziman: “Bi saetan em veşartî man, şer bi giranî dewam kir, komek hevalên me 4-5 caran hewl dan me rizgar bikin, lê topên dijmin wekî ba û baranê bi ser me dibariyan. Em nikarîbûn tevbigerin. JI ber topbaran û bombebaranê kevir li ser kevir nema. Wan bawer ne dikir ku tu kes sax mabe. Ji ber her der wêran kirin.”

Piştî ewqas topbaran û bombebaran ku çend saetan dewam kir, hinekî bê dengî çêbû, Avrîn û Şoreşger li ser zik xwe xijiqandin û karîbûn jig und derkevin. di nava darên zeytûnan re derketin. Avirîn ew kêlî wiha anî ziman: “Me xwe gihand malekî, ew mal di heêrma di navbera hevalên me û Artêşa Tirk de bû. Min herêm baş nas ne dikir, min ne dizanî hevlaên me li kîjan alî ne. Tu alava vegîhandinê jî di destê me de nîn b û. Ji ber vê yekê em 26 rojan wiha man,  me nikarî xwe gihandiba havalên xwe xwe.”

Serma û birçîbûn û zehmetî jî lê car de jî Avirîn û Şoreş di hemû şert û mercan de liber xwe dan û karîbûn xwe rizgar bikin. Avrîn da zanîn ku yek kêliyê jî ne ket serê wan ku xwe teslîm bikin û ev tişt anî ziman: “Baran bi ser me de bariya, me ji ava baranê tîna xwe şikand, ji pelên çiyêyê Efrînê birçîbûna xwe şikand.”

Avirîn û Şoreş di van 26 rojan de yek kêliyê jî bê hêvî nebûn ku ew ê rizgar bikin û bi selametî bighêj in hevalên xwe.

Avrîn da zanîn ku ku şervanên YPG/YPJ’ê ku li ser Firkê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tekoşînê dikin li dijî rêxistin û Artêşên herî mezin li ber xwe didin û tekoşîna xwe didin meşandin.

Di wan 26 rojan de Avrîn bi xwe re diaxivî û digot ku gelo rewşa şervanan çiye, gelo hemû jiyan dikin û ev tişt anî ziman: “Min hevalên xwe di xewnan de didît, dihatin û ew em rizgar dikirin, bi vê yekê jî îradema me xurtir dibû.”

Şervanên YPG/YPJ’ê li nêzî cihê Avirîn û Şoreş xwe lê veşartine, li dijî erebeyeke Artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn. Avrîn derbarê çalakiyê de wiha axivî: “Erebe nêzî me bû, hevalên me dema herêm dişopandin, hisiyan ku insan li vir hene, derbasî xanî bûn ku em tê de ne. Hevalê Şoreş dema heval dîtin qîr kir û got em hevalên we ne. ez wê demê ji hêza xwe û birçîna çûbûm. Dema min çavên xwe vekir, min heval Canfeda li ber xwe dît, em derxistin û em birin nexweşxaneyê.”

Avrîn Mesûm di gotina xwe ya dawî de jî got ku dema wê hevalên xwe dîtin, westandin û zehmetiya di nava 26 rojan de jiyan kir jibîr kir û ev tişt anî ziman: “Dema min hevalên xwe dîtin, ez careke din jidayîk bûm da ku ez tekoşîna xwe bidomîn im. Min soza xwe ya bi şehîdan re dubare kir. Em ê ji bo pêkanîna hêviyên xwe tu carî gavan paş de navêjin. Em hêviyên hevalên xwe yên şehîd pêk bîn in.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …